Enqere
Serokwezîr û Serokê Giştî yê Ak Partî R. Tayyip Erdogan û Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk sibê saet 12'an de dê li Meclisê bên ba hev.
Heta niha digel ku DTP'ê civa xwestibû jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bi DTP'ê re hevdîtineke pêk neanî. Di van rojan ku pirsgirêka kurd ji her alî ve tê nîqaşkirin Erdogan dê sibê (roja çarşemê) saet 12'an de li meclisê bi DTP'yiyan re hevdîtineke pêk bîne. Hat gotin ku Erdogan dê ne bi pênasa Serokwezîriyê lê bi pênasa Serokê Giştî yê Ak Partî dê bi DTP'ê re hevdîtinê pêk bîne.
Di hevdîtinê de digel Erdogan dê Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay û ji DTP'ê jî Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emine Ayna û Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê DTP'ê Sehalattin Demirtaş jî amade be.