Amed
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê li ser salvegera komkujiya li hemberî ermenan daxuyaniyeke weşand. Komeleyê di daxuyaniya xwe de wisa got:
"Di 95'emîn salyada karesata bi taybetî bi serê gelê ermenî, bi gelemperî bi ser serê xeyrî misliman de hatî, Komeleya Nivîskarên Kurd, hemû goriyên tevkujiya sala 1915’an bi rêz bi bîr tîne, li tevî enfalkirina gelê ermenî, reftarê hemû enfal, komkujî û tevkujiyên li ser rûyê gerdûnê pekhatî bi tundî şermezar dike.
Komele, di roja salyada karesatê de, li tevî dewleta Tirkiyeyê dewletên ku duh û îro bûne/dibin sedemê qir û qelanan; Komara Îslamî ya Îran, Iraqa Federal, Sûriyeyê û Îsraîlê vedixwîne bexşînxwestinê ji gelên bi komkujiyê rûberû bûyî: Ermenî, asûrî, kurd û kurdên êzdî, filistînî û malbata mirovahiyê..."


