Diyarname
Li Avusturyayê hilbijartin li dar ket û Partiya Gel a Avusturyayê (OVP) ku serokatiya wê Sebastian Kurz ê 31 salî dike bi ser ket. OVP'ê sedî 31 deng girtin û bû yekemîn. Sebastian Kurz ji sala 2013'yan ve li Avusturyayê Wezîrê Karên Derve bû.
Partiya Sosyal Demokratan (SPO) ku Serokwezîrê Avusturyayê Christian Kern serokê wê bû bi sedî 27'an bû duyemîn û Partiya Azadiya Avusturyayê ku wekî partiya rastgira tundirav tê zanîn bi sedî 25'an bû sêyemîn.
Partiya Keskan di hilbijartina çar salan berê de sedî 12.4 dang girtibû vê carê di sedî 4.9 de maye ku ev yek wekî têkçûneke mezin ji bo wan tê qebûlkirin.
Piştî eşkerekirina encaman Kurz ragihand ku dê li Avusturyayê serdemeke nû ya siyasetê bidin dest pê kirin. Kurz sedî 6 dengên partiya xwe bilind kirin û got: "Li vî welatî ji bo guherînê ez soz didim ku bi hemû hêza xwe bixebitim. Berpirsiyariya ku dane min bi dilnizmiyeke ez qebûl dikim."
Kurz ji mecbûrî dê bi partiya duyemîn an sêyemîn re koalîsyonê çêbike.
Li Avusturyayê 6.4 mîlyon hilbijêr hene û di hilbijartinê de 16 partî hebûn. Piştî dengên li derveyî welat jî bêne jimartin nava hefteyê dê encamên fermî bêne eşkere kirin.
Kurz bal kişand ser xwe
Sebastian Kurz bi ciwaniya xwe bal kişand ser xwe. Diya wî mamoste, bav teknîsyen e. Malbata wî di Şerê Bosnayê de reviyaye û hatiye Avusturyayê. Ew ji malbateke wisa koçber tê û di ciwaniya xwe de ketiye nav siyasetê. Lê ligel ku malbata wî malbateke koçber e jî wî dema karê Wezîrê Derve dikir bi polîtîkaya xwe ya dijî koçberan derdiket pêş. Wî xwe wekî kesê pêşî li penaberan girtiye ku ji ser Balkanan re bên Ewropayê nîşan dida û digot ku ewê alîkariya madî ya ji bo biyariyan qut bike.
Nayê zanîn dê Kurz ligel partiya rastgira tundraw koalîsyonê çêbike yan na lê ger çêbike di nav Yekîtiya Ewropayê de dê karê wî zehmet be. Di nîveka duyemîn a sala 2018'an de dora serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê tê Avusturyayê.


