logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin
  2. Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe
  3. PSG'ê pozê Realê şikand!
  4. Rêveberiya Xweser li Şamê ye
  5. Balyozgerê DYA'yê: HSD dikare entegreyê Sûriyeyê bibe û beşdarî artêşê bibe
news-details

Modela Çareseriya Demokratîk

  • Dîrok: 03/01/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Berî 6 salan li Rojhilata Navîn, li Tûnisê çirûska yekemîn a serhildana gelan pêket û bi “Bihara Erebî” deng veda lê nebû bihara gelan. Ev serhildan, bi destwerdanên derveyî û herêmî re rû bi rû ma û veguherî dojeha gelan. Destwerdana Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî û Îranê û di asta navneteweyî de jî şerê hegemoniya Amerîka û Rusyayê herêm û bi taybet jî Sûriye veguherand gola xwînê. Bi avêtina zara DAIŞ'ê re agirê şer gur kirin. Mîna tê gotin, bi “Qanûna Teksasê” tu pîvanên navneteweyî û konvansyonên gerdûnî di van şeran de bi toz û domanên bombe û çekên giran re teqandin û bi asîman ve birin. Bi kurtasî sala 2016´an sala herî zêde tijî hovîtî bû. 

Lê ji bo kurdan, dema mirov li ber salên bihurî bigire, tablo cuda bû, tevî ku Kurdistan devereke wisa bû ku herî zêde ji van şeran zirar lê bûye. Lê qet negihîşt asta ku civakên din yên Sûriye, Yemen û deverên din bi wan re rû bi rû man. Ji ber ku kurdan hem bingeha şoreşê ji berê de amadekiribû û hem jî projeya wan ji bo niha û paşerojê hebû û hîna hene. Rastî ew e ku tevgera azadiya gelê kurd berî çend salan tesbît kir ku “bûyerên li Sûriyê wê diyarker bin di paşeroja herêmê de”, û ev ne tesbîteke ji rêzê bû. Piştî 6 salan dewlet û hêzên herî zêde ji bo perçiqandina gelê kurd hesab li ser DAIŞ´ê kiribûn, niha gav bi gav encamên siyaseta xwe bi sosret û sosirmetan dibînin, û li aliyê din jî gelê kurd ne tenê nekete nava hesabên teng û şaş, ne tenê li civaka xwe fikirî, lê bi projeyên dîrokî bi destketiyên girîng ji vê pêvajoyê wî derdikeve. 

Kurdan li Rojava pêşengiyeke bi hêza xwe û bi xwe bawer kir; hem ji bo têkbirina DAIŞ´ê û hem jî ji her kesî re gotin, ew xwedî projeya alternatîf in. Kurdan di şoreşa Rojava de bi gelên din yê herêmê re bi hev re bi taybet jî piştî operasyonên paqijkirina Minbic, Şedadî, Şehba û derdora Reqayê ji DAIŞ´ê heta niha, li aliyê din jî bi gelên van herêman û li Rojava jî van destketiyên xwe gihadin qonaxeke nû. Piştî Meclîsa Damezirandina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye û Rojava ku modela sîstem û jiyana nû ya siyasî û civakî di 16´ê adara 2016´an de ragihand di dawiya sala 2016´an de jî ev proje û modêl firehtir kir. Meclîsê pitşî 3 rojan nîqaşa sîstemeke Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ragihand. Ev sîstem wê bibe modela alternatîf ji bo hemû Sûriyê, vê modêlê wê zêdetir destê Rojavayê Kurdistanê û asoya wê ya pêşiya civakên li herêmê veke û zêdetir jî bersivê bide hêviya hemû civakê.

Ev sîstema”Federaliya Demokratîk ya Bakurê Sûriyê” mîna ku li belavoka encamê de hat ragihandin, federaliyeke ne li ser bingeha komeke etnîk e, lê sîstemeke li ser bingeha cografî ye û bersivê dide pêdiviya demokrasiya gelan. Ev sîstem wê bibe destpêkek ji bo dawîanîna li şer û pevçûnên ku dewlet û hêzên navneteweyî ev sed sal in li ser bingeha nakokiyên etnîk, neteweyî, mezhebî û olî di nava pêkhateyên herêmê de gur û sor dikin. 

Kantonên Rojava di nava 6 salan de îspat kirin ku hem di warê serbazî û siyasî  de û hem jî ruxmê ambargoya ji aliyê Tirkiye, Rejîma Esed, Hikumeta Herêma Kurdistanê, di warê aborî de dikare hem li ber xwe bide û  hem jî xwe ava bike. Di cewherê wan hemûyan de jî û ji hemûyan jî girîngtir di modêla jiyana azad de û di warê civakî de ji bo hemû jinên cîhanê bûye modeleke nû. 

Mîna di 6 salên bihurî de hat dîtin, Şoreşa Rojava hem piştevan û hem jî dijberên wê jî ne kêm bûn. Ev gava dîrokî yekser bi nêrînên ligel û dijber hat pêşwazîkirin. Ez ê li ser nêrînên ligel nesekinim ji ber ku herî zêde gelan bi xwe destek da, ji ber ku ev model ji bo wan e, lê wekî her carê, dijberê vê modêlê ne tenê ji dagirkerên Kurdistanê derdikevin, lê ji hin aliyên kurd ên wekî PDK û aliyên girêdayî wê li Rojava jî peyde dibin. Îdîaya ku li Rojava dev ji kurd û Kurdistanê hatiye berdan ji bo wan yek alî ye; serê xwe neêşînin bi naveroka vê projeyê re û hewl nadin wê fêm bikin. Ji xwe napirsin di bin diruşmeyên kurd û Kurdistanê de ruxmê derfetên mezin û dewlemendiyên sererd û binerd, lê civaka Başûr anîn ber teqînê û ne tenê petrol, lê bîrên petrolê firotin dagirkerên Kurdistanê. Ji bo wê jî divê matmayî nemînin yên heya niha ji Esed, Erdogan û Rûhanî zêdetir dijîtiya Şoreşê kirî, ji niha û şûn ve jî nayê texmînkirin ku li çepikan bixin ji bo vê gava dîrokî. Ya girîng ew e ku ji wan re were gotin, ev modela xwe birêvebirinê li ser bingeha hêza civakê wê ji bo başûrê Kurdistanê jî modeleke îdeal be nexasim jî ji bo Êzîdiyên Şengalê. Lê li şûna nîqaş û liberçav girtina pêdiviyên civakê, ew li ser bingeheke teng siyasetê bikin, ev ê bike ku derfeta dîrokî ji destê kurdan bi giştî biçe.

Siyaseta vê demê gelek girîng e, nexasim ji bo herêmên ku xwedî çand, ol û taybetmendiyên cûda ne û berê bi înkar û qirkirinê re rû bi rû mane. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK´ê Besê Hozat dibêje, "Li Şengalê divê statuyek ji bo Êzîdiyan hebe, PKK´ê pêşî li qirkirina Êzîdiyan girt. Musûl hîna jî di destê DAIŞ´ê de ye û ev Şengalê jî eleqedar dike. Divê hêzeke wan a parastinê hebe, hem YBŞ û hem pêşmerge hene û divê hêzeke hevbeş ava bibe. Meclisa Şengalê heye û hem jî hin hêzên din jî hene lê divê rêvebiriyeke hevbeş ava bibe û ev hemû li ser binegehe rêveberiyeke xweser û bi ser federaliya Başûrê Kurdistanê  be. Êzîdiyan ev nêrîna xwe di hevdîtinên dawî de ji amerîkiyan re jî gotiye. Ev statu wê Başûr bi hêz bike û pirsgirêk jî wiha çareser dibin, lê PDK dibêje statû ji bo Êzîdiyan nabe û dixwaze bi qanûnên li Dihok û Hewlêrê hene, Şengalê jî bi rê ve bibe. Derdê me ne desthilatdariya li Şengalê ye, erka me exlaqî û wijdanî ye û armanca me alîkarîdayîna Êzîdiyên Şengalê ye ku xwe bi rengekî xweser bi rê ve bibin”. Pirs ew e, gelo çareseriyeke ji vê maqûltir heye? 

necibeqeredaxi@gmail.com

03.01.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Grok, der barê wê de lêpirsîn û doz vedibin?

news

Rengê Tîşortê Ocalan

news

Vatîkan û Laleş

news

Reşîdê Kurd, 'Kerwan'

news

Kadir Stêra: Por zerê, bêje kê we şewitand?

news

Yeqîn H.: Nexwende

news

Goçînî

news

Napolyon û Selaheddînê Eyûbî

news

Derhênerê 'Şêrê Çolê'

news

Salên 1878 - 1918 Qaxizman

news

Romana 'Kavirên Anarşîst'

news

Pêşangeha Geliyê Zîlan

news

32 hezar û 630 rûpel

news

Gundek, sînorek, bêxwedîtî...

news

Li ser Qazî Mihemed muzeyeke tê çêkirin

news

Çîroka wergerandina 'Efsaneya Çiyayê Agiriyê'

news

Li Qamiyloyê pirsgirêka avê

news

Qîmetdayîna nirxên kurdî

news

18 sal ji bo belgefîlman

news

Telefbûna Pirtûkên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
news

Hezîran û Veger 

  • Mesûd Qeya
news

Diranên Şêx Seîd

  • Cemil Oguz
news

Nexwende 

  • yeqîn h.
news

Çîroka Destanî ya Adilê Qetarî

  • Hogir Berbir
news

Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn

  • Hogir Berbir
news

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • Mesûd Qeya
news

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • yeqîn h.
news

Culemêrg an Colemêrg; koka wan ji ku tê?

  • Omer Dilsoz
news

Li Amedê ‘binpêkirina navên şaîran’, li Almanyayê rewş çawa ye?

  • Zekî OZMEN
news

Hiş Nebe Nowa

  • H. Kovan Baqî
news

Derwêşê Por Spî

  • Kadir Stêra
news

Melodiya di Bêdengiyê de

  • Hogir Berbir
news

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek

ad

Seher Dilovan: Min dixwest bibim Meryemxan

ad

Tîma Cizîra Rojava beşdarî Lîga Mozopotamya dibe

ad

Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir

ad

Şaredariya Dêrikê pirtûkên bi kurdî li zarokan belav kirin

ad

Klîba Hefteyê: Diçim Ji Vir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin

  • 09 07 2025
news

Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe

  • 09 07 2025
news

PSG'ê pozê Realê şikand!

  • 10 07 2025
news

Rêveberiya Xweser li Şamê ye

  • 09 07 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname