AMED
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro li Amedê Civîna Lijneya Giştî li dar xist. Piştî civînê encamname hat weşandin û banga Kongreya Neteweyî hat kirin. Kongreyê xwest ligel Ocalan hevdîtin pêk bên û tecrîd bê rakirin.
Lijneya Giştî ya KCD'ê îro li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar ket. Di civînê de Hevserokên KCD'ê Leyla Guven, Hatip Dîcle, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Sabahat Tuncel, Endamên Meclisa KJA'yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, wekîlên HDP'ê, Hevşaredarên DBP'ê endam û rêveberên DBP û HDP'ê amade bûn.
Piştî axaftin û nîqaşan encamname hat amade kirin û ber êvarkî encamname hat eşkere kirin. Vane xalên ji encamnameya KCD'ê:
'Xweseriya Demokratîk teqez pêwîst e'
* Lijneya me ya Gişti; Geşedanên li hemû Rojhilata Navîn, li Turkiyeyê û li Kurdîstanê, ku encamên civakî û siyasî derxistiye naverastê dinirxîne, li Rojhilata Navîn, teqez ji nû ve dîzayneke pêwîst dibîne û dinirxîne.
Li Rojhilata Navîn ku xwedî mozaîqeke civakî, pirbawerî, pirçandî û pir nasnameyî de, jêderkên bingehîn yên hemû şer û pevçûnan û nakokiyan, mêtînkariya (koloniyalîsta) heyî û pergala netewe dewlet e. Li gor van rastiyan dema mirov lê binêre, baweriya me ew e ku çareserî bi bingeha paradîgmaya Netewe Demokratîk pêkan e.
Dînamîk û konjektora nû ya Rojhilata Navîn, danhevên têkoşîna gelê kurd û asta birêxistiniyê, gelê me mecbûrê xwedî statuyê û bi xweseriya demokratîk xwe birêvebibinê dike. Ev teqez û pêwîst e.
'Bila hevdîtinên ligel Ocalan çêbibin'
* Di serî de kêşeya kurdî di nav de, di çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de, rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan pir girîng û stratejîk e û em binê vê rastiyê bi xêzên stûr xêz dikin û bi Birêz Ocalan re destpêkirina muzakereyan, ji bo careseriya aştiyane û demokratîk pir girîng û jiyanî dibînin.
Tenduristî û jiyana Birêz Ocalan di bin ewlehî û temînatê de were girtin; em têkoşîna ji bo bi destxistina azadiya wî, xebatên herî stratejîk û berî her tiştî dibîne û teyît dikin.
Her wiha, piştî hewldana darbeya leşkerî fikarên me yên di derbarê jiyana Ocalan de nehatine berterafkirin, tew bêtir em xistine nava fikaran, ji bo vê yekê em careke din bang dikin û dibêjin bila tavilê û di cih de di serî de malbat û parêzerên wî, şandeyeke serbixwe bi Ocalan re hevdîtinê bike.
'Dîsa Kongreya Neteweyî divê'
* Lijneya Me diyar dike û dibêje, kêşeya kurdî li hemû perçeyê Kurdistanê, têkoşîna ji bo çareseriya demokratîk de li ser bingeha demokratîk a yekîtiya me ya neteweyî were avakirin, di pêkateyên hevpar de li hevcivîn, peywira bê ku were şûndexistin ên sazî û avahiyên hemû Kurdîstaniyan e. Ji nû ve em bang dikin ku xebata Kongreya Neteweyî cardin dest pê bike.
'Alîkarî peywireke exlaqî ye'
* Lijneya me ya Gişti; li navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopî, Gever û hwd de, di gel rakirina qedexeya derketina nava kolanan hatiye diyarkirin jî, ji ber ku hêj qedexe, wêrankirin û rûxandina xaniyan didome, bi tundî şermezar dike.
Daxuyandinên Neteweyên Yekbuyî yên di derbarê komkujiyên li van bajar û navçeyan de qewimiye, û daxwaza di derbarê lêkolînkirina ji aliyê şandeyên serbixwe ve were kirin Tirkiyeyê pêşî lê digire, em pir watedar û girîng dibînin.
Hewldanên lêkolînên vê mijarê yên heyetên bêalî û serbixwe ji bo were kirin, hewldan bila bidome û Lijneya Me bang li Hikumeta Turkiyê dike ku bila pêşî li lêkolînkirinên heyetên bêalî û serbixwe neyê girtin.
Erd, zevî û xaniyên gelê me ku hatiye şewitândin û hilweşandin, hatiye xesp û talankirin, û hatiye îstîmlakkirin, li ser penaberan, wekî mînaka Teroyan, de li hemberê xebatên guhertina rewşa demografîk yên bajarên me, ji bo gelên me hesas tevbigerin û têbikoşin bang li wan dikin.
'Piştgirî bidin kampanyaya Komeleya Rojava'
Her wiha, Lijneya Me ya Giştî diyar dike ku piştevanî û alîkariya hemû gelê me û hêzên demokrasiyê ku bi gelên me yên li van bajaran, bi darê zorê hatine koçberkirin û xaniyên wan bi ser wan de hatiye rûxandin, peywirekî exlaqî dibîne û bang li hemû gelên xwe yên li welêt, li diasporayê, dost û hezkiriyên gelê xwe, dike ku piştgirî bidin, “Kampanyaya Malbata Xwişk/Bira” ku ji aliyê Komeleya Rojava ve hatiye destpêkirin.
'Bila Rewşa Awarte bê rakirin'
* Lijneya Me ya Gişti, piştî hewldana darbeya leşkerî, kesên ku hatine binçavkirin, binpêkirinên mafên mirovan û îşkenceyên ku li hemberê wan tên kirin, rast nabîne û dibêje bila berpirsiyarên darbeyê li pêşberî dadgehên adil werin darizandin. Em vê wekî sekneke rêgezî dibînin.
Bi hewldana darbeya leşkerî re îlankirina OHAL'ê (Rewşa Awarte) em wekî mudaxeleyeke li hemberî pêvajoya demokrasiyê ya Tirkiyeyê û li hemberê mafên mirovan dibînin û dinirxînin. Em bang dikin û dibêjin bila di cih de Rewşa Awerte bê rakirin
'Kayyum çêbin emê ber xwe bidin'
* Lijneya me ya Gişti; wekîlên me yên bi vîneke herî bilind ji aliyê gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ve hatibûn hilbijartin, rakirina parêzbendiya wan, ji peywirgirtina şaredar û endamên meclisê û di dewsa wan de hewldana bi cihkirina qayûman nayê qebûl kirin, em bi biryareke bilind dibêjin dikin ku li hemberê van, heta dawî dê berxwedan were kirin û têkoşîn were dayîn.
Hurşît Kulter
Lijneya Me ya Giştî, tespîta pêkanîn û polîtîkayên, kirinên rêzecînayetên faîlî “mechûl” yên salên 90’î îro jî dîsa tên kirinê dike, her wiha li Şirnaxê rêvebirê bajêr ê DBP’yê Şirnaxê Hurşît Kulter tu xeber nayê girtin. Di encama vê bûyerê de em fikar û metirsînên xwe yên qetilkirina Hurşît Kulter tînin zimên.
Em bang li hemû raya giştî yên netewe û navneteweyî, saziyên civakên sivîl û mafê mirovan dikin û dibêjin ku di derbarê aqûbeta Hurşît Kulter de derhal bila ji aliyê berpirsiyarê dewletê yê pêwendîdar ve agahî were dayîn.
* Em, bi hatina desthilatiya AKP’ê re, ji sedî 1400 zêdebûna kuştina jinan wekî rewşeke xerab û wahîm dibînin û dinirxînin. Emê li hemberî êrîşên bîrdozî ku li hemberî jinê tên kirin bitêkoşin.
* Lijneya me ya Giştî; Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî êzîdiyên Şengalê careke din lanet û şermezar dike. Ji bo jinên êzîdî bigihîjin azadiya xwe, bi şêwazeke xurt û bi biryar ya têkoşîna xwe teyît dikin.
Em bang dikin ku bila rastiya komkujiya Şengalê ji ajiyê saziyên Neteweyî û Navneteweyî ve jî were pejirandin.
* Em piştgirî didin kampanyaya bi navê “Li Rêberê xwe, axa xwe û li azadiya xwe xwedî derdikevim” ku ji aliyê KJA’yê ve hatiye destpêkirin.
* Cenazeyên kesên ku li Rojava, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyane bila bidin malbatan.
'Em komkujiya Qamişloyê dîsa şermezar dikin'
* Em komkujiya di 27'ê tîrmeha 2016’an de li Qamîşloyê ji aliyê çeteyên terorê yên DAIŞ’ê ve hate kirin careke din şermezar dikin, li hemberê DAIŞ û hwd, li hemberî çeteyên terorê biryara xwe ya têkoşînê dubare dikin.
Li ser van hemû wehşet û malwêraniya ku li gelê Kurdistanê tê kirin, em bang li hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî, kes û saziyên demokrat û pêşverû dikin ku bi xesasiyet tevbigerin û her wiha em piştgiriya xwe ji bo gelê xwe diyar dikin..