Diyarname
Van rojên dawî hema her kes êrîşê BDP'ê dike. Rojnameyên tirk ku êrîşa xwe didomînin, niha jî partiyên siyasî. DP û BBP'ê bi daxuyaniyên cihê êrîşê BDP'ê kirin.
Serokê DP'ê Zeybek: Bila BDP bê girtin
Serokê Partiya Demokrat (DP) Namik Kemal Zeybek li Konyayê di fitarê de axivî: "BDP baskê siyasî yê rêxistina terorê PKK'ê ye. BDP divê bê girtin, partiyeke wekî BDP'ê divê li Tirkiyeyê tune be. Çawa destûrê didin partiyeke wisa? Wê bigirin, yeka din vekin jî divê ew jî bê girtin."
Serokê BBP'ê Destici: BDP û DTK bila bên belavkirin
Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici li navenda xwe daxuyanî da çapemeniyê û got: "Bila destnedana mebûsên BDP'ê bê betalkirin û Kongreya Civaka Demokratîk jî bê belavkirin. Şaredariyên BDP'yî yên ku piştgirî didin PKK'ê jî divê der barê wan de divê doz bê vekirin."