logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Bajar bi bajar cihên Newroz lê hat pîrozkirin

Di 21'ê mehê de bi dehan cihan Newroz bi coş hat pîrozkirin. Vaye bajar bi bajar cihên pîrozbahiyên Newrozê:

  • Dîrok: 22/03/2008
  • Beş: Nûçe

Di 21'ê mehê de bi dehan cihan Newroz bi coş hat pîrozkirir. Vaye bajar bi bajar pîrozbahiyên Newrozê:


Amed

Li Amedê bi sedhezaran kesî qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Di pîrozbahiyê Serokê Koma Meclisa DTP'ê Ahmet Turk, mebûsên DTP'ê Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, mebûsên berê Selim Sadak,  Leyla Zana, mebûsa Parlemena Ewropayê Feleznaz Uca û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û rêveberên din bi kincên xwe yên neteweyî li qadê cih girtin.
Turk, Zana û Baydemîr axivîn û Newroza gel pîroz kirin.

Mêrsîn

Li Mersînê bi dehezaran kes li qarê gihîştin hev û diruşmên xwe qîriyan. Gel xwest pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk bê çareserkirin. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna jî li Mêrsînê bû û axaftineke kir.
Mêrsînê piştî pîrozbahiyê polîsan ketin nav taxan 9 kes binçavkirin

Şirnex

Li Şirnexê 10 hezar li Qada Omer Kabak ji bo Newrozê hat cem hev û Newroza xwe pîrok zir. Mebûsa Şirnexê ya DTP'ê Sevahir Bayindir li ser paketa Serokwezîr Erdogan sekinî û got, "Bi paketên biskivîtan pirsgirêk hel habe.

Li navçeyên Şirnexê Cizîr, Îdil, Qilêban û Bêşebabê jî bi dehezaran kes hat cem hev û Newroza xwe pîroz kir.
Li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr û Silopiyê li gorî agahiyan heta niha ji ber pîrozbahiyên Newrozê heta niha 28 kes hatine binçavkirin.


Agirî

Di pîrozbaniyên bi coş ên li Navçeya Bazîda Agiriyê bi sedan kesên li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bazîdê hatin cem hev bi pankarta, "An em dê vê biharê bi Newrozê azad bibin an jî em dê agirê Newrozê li çiyan pêbixin" ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kir. Li qada zêdeyî 15 hezar kesî lê kom bûn
Parlementerê Wanê Ozdal Uçer axivî û got: "Makezagona nû tê amadekirin. Ku nasname gelê kurd di Makeazgonê de neyê qebûl kirin, em vê Makezagonê qebûl nakin."
Piştî axaftinan Koma Grava Rojê derket ser dikê û bi stranên xwe gel dê bi dawî bûn.

 

Çelê

Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê jî Newroz bi awayek coş hate pîroz kirin. Pîrozbahiya li Taxa Emîr Şaban hate pîrozkirin bi kincên neteweyî xemilî. Girseya bi coş daket qadê, daxwazên xwe bi slogan, pankart, kinc û coşa xwe anî ziman.

 

Osmaniye

Li Osmaniyeyê Newroz li Bulvara Devlet Bahçeli hate pîrozkirin. Pîrozbahî bê pirsgirêk bi dawî bû lê piştî vegerê nijadperestan êrîşê kurdek bi navê Omer Aktaş kir û ew kutand, zendê Aktaş kişandin. Aktaş rakirin nexweşxaneyê,

 

Entab

Li Entabê Newroz ji aliyê  ESP, EMEP û DTP'êv e li Qada Stasyonê bi beşdariya 20 hezar kesî hate pîrozkirin. Mebûsê DTP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî û Cîgira Hevserokên DTP'ê Selma Irmak beşdarî pîrozbahiyê bûn û axaftineke kirin. Pîrozbahî bi konsera Koma Gulen Xerzan bi dawî bû.


Gimgim

Pîrozbahiya Newrozê ya Navçeya Gimgima Mûşê bi beşdariya 10 hezar kesî hate pêk hat. Parlamenterê DTP'ê yê Mûşê Sirri Sakik li dijî gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên wekî, "Bila PKK'ê wekî 'rêxistina terorê' îlan bikim ku pê re bi axivim" nerazîbûn nîşan da û got: "Tu kesek nikare biryarê bide ka emê ji kê re çi bêjin. Tu kes nikare li ser mijî, dil û bedema me hikum bike." Pîrozbahî bi konsera hunermend Kismet Yildiz û komên muzîkê yên herêmî bi dawî bû.

 

Konya

Pîrozbahiya Konyayê li Vilayên Ugurlu li Bazara Erebeyan li dar ket. Piştî pîrozbahiyê polîsan êrîşê gel kir û 8 kes girt bin çavan.


Semsûr

Li Semsûrê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz li kêleka Mizgefta Mahmut Gurbuz hat lidarxistin.  Agirê Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê, Parlamentera DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û serokê DTP'a Semsûrê Mehmet Doymaz ve hate vêxistin. Bernameya Newrozê bi konsera hunermend Metîn Kahraman bi dawî bû.


Erdexan

Parlamentera DTP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan ku beşdarî  pîrozbahiyên Newrozê yên li Erdexanê hatin lidarxistin bû, got ku kurd 'Xweseriya Demokratîk' dixwazin. Endamê PM'ya DTP'ê Alahattîn Ege jî diyar kir ku di demek ku hê polîtîkayên înkar û tunekirinê tên meşandin de Newrozê pîroz dikin û got; "Li hemberî înkara gelê kurd Newroz bersiva herî baş e"


Çanakkale

Pîrozbahiya li Çanakkaleyê li Taxa Esenler li dar ket. Endamê PM'ya DTP'ê Huseyên Bariş ku beşdarî pîrozbahiyên Newroza Çanakkaleyê bû, ji ber ku bi kurdî axivî hate binçavkirin. Endamên PM'ya DTP'ê Şamîl Altan û Huseyîn Bariş jî ku ji ber gotina "Birêz Ocalan" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Çanakkaleyê.


Qoser

Di pîrozbahiya li navçeya Qosera Mêrdînê ku bi beşdariya 10 hezar kesan pêk hat de, "Kurdistana Demokratîk û Xweser" hate xwestin. Serokê DTP'a Qoserê Reşat Kaymaz kesên di pîrozbahiya Newroza li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: "Bila dewleta Suriyeyê baş zanibe ku nikare kurdan bi vî rengî tune bike."  Şaredara Qoserê Cîhan Sîncar axivî û wiha got: "Em soz didin ku heta paketa me neyê qebûlkirin, em tu paketên din qebûl nakin."
Parlamentera DTP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî wisa got: "Me wekî partî projeya Kurdistana Demokratîk û Xweser amade kir. Çareseriya pirsgirêka kurd bi guhdarkirina gel pêk tê. Heke hûn gun nedin van, hûn nikarin xwînê rawestînin."
Piştî axaftina Akat, Grup Goç, Zozan, hunermendên MKM'ê Ferhat, Mehmet Berzî û Hekîm Sefkan derketin ser dikê.

 

Wêranşar

Li Wêranşarê piştî pîrozbahiyê jî bi sedan kes derketin kolanan û agir dadan. Polîsan êrîş kir û 15 kes girt bin çavan û tê gotin ku 11 birîndar hene.

Serêkanî

Li navçeya Serêkaniya Rihayê li dor 5 hezar kesî hatin cem hev û  Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de hunermend Ayfer Duzdaş û Koma Narîn û hunermendên herêmî bi sitranan gel coşandin. Piştî pîrozbahiyê, polîsan nav qeyd kirin, ev jî bû sedema nerazîbûnan.

Hîlwan

Li Hîlwanê, li pişt avahiya Ofîsê 5 hezar kes hat cem hev û Newroz pîroz kir. Gel bi stranên Bulent Turan coşiyan.

Sêwreg

Li Sêwregê jî Newroz li Stada Firkan Tuysuz bi beşdariya 3 hezar kesî Newroz hat pîrozkirin.

 

Îzmîr

 Li navçeya Narlidere û Yamanlar a Îzmîrê ciwanen ku xwestin Newrozê pîroz bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Piştî ku polîsan bi bombeyên gazê û panzeran mudaxeleyî ciwanan kir, ciwan jî li kolanan belav bûn. Pevçûna di nav ciwan û polîsan de derket.


Gebze

Li Taxa Mevlana ya Navçeya Gebze ya Kocaeliyê ji bo pîrozbahiya Newrozê 700 kes hatin cem hev. Girse, rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar hat. Rêveberên DTP'ê û endamê PM'yê Ruşen Mahmutoglu jî beşdarî pîrozbahiyê bûbûn. Balkêş e ku digel tedbîrên ewlehiyê yên berfireh, êrîşek bi vî rengî pêk hat. Serokê DTP'a Gebzeyê Engîn Guleser, diyar kir ku di dema pîrozbahiyan de tu alozî derneketiye û êrîş ji bo provokasyonê hatiye kirin.

 

Elezîz

Li Elezîzê Newroz bi beşdariya DTP, EMEP, ODP, KESK'ê li Meydana Stasyonê li dar ket. Gel li ber Postexaneya Navendî hat cem hev u ber bi qadê e meşiya.
Li Qereqoçana Elezîzê jî 5 hezar kes li qada Otogarê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin.


Li Qozluxa Batmane Neworz li Sehaya Uçyol Mevki bi beşdariya 3 hezar kesî li dar ket. Polîsan dest danî ser pankartên ku têde tîpa "W" hebûn.


Hatay

Li navçeya Dortyola Hatayê jî gel Newroza xwe pîroz kir.


Erzerom

Li Qereqoçana Erzeromê ji ber ku destêr nedan pîrozbahiya Newrozê gel li taxan Newroz pîroz kir.

 

Ceyhan

Li Ceyhana Edeneyê jî nêzî 5 hezar kesî Newroz pîroz kir


Li Bajaroka Kuçukdîkîliya Edeneyê jî leşkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Kuçukdîkîliyê, mudaxeleyî pîrozbahiya Newrozê kirin. Leşkeran gule berî hewayê dan. Di navbera komên ku li ser mudaxeleyê li nav kuçeyan belav bûn û leşkeran de demek dirêj dom kir.

 

Îdir

Li Îdirê li Qada Pancar Kantari bi beşdariya 20 hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Mebûsa DTP'a Îdirê Pervin Buldan, Endamê LRN ê DTP'ê Huseyin Cengiz, Serokê DTP'a Îdirê Murat Yikit beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftinan Dengbej Kazo bi stranên xwe gel coşnd.

 

Nisêbîn, Dêrik û Şemrex

Li Nisêbîna Mêrdînê gel Newroz pîroz kir. Jinan bi kincên neteweyî qad xemilandin, mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelik axaftineke kir û hunermend Hekim Sefkan û Zozan jî stran peşkêş kirin.
Li Dêrikê li Taxa Bahçelievler Newroz bi beşdariya 10 hezar kesî li dar ket.  Koma Ugurê Nemir û komên herêmî stran pêşkêş kirinb
Li Şemrexê jî li Taxa Poyrazê bi hezaran kes hat cem hev û Newroz pîroz kir.

Bi giştî di hemû çalakiyan de diruşmên li ser Ocalan hatin qîrandin, daxwaza xweseriya demokratîk hate kirin û beşdaran her daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd anî ziman.

 

 

Heleb

Li Helebê jî digel ewlehiyên giran bi hezaran kes hat cem hev û Newroza xwe pîroz kir.

Li Qamişloyê ku di çalakiya Newrozê de hêzên ewlehiyê gule ber dabûn ser gel û sê kes kuştibûn, cenazeya wan bi merasimekê hatin definkirin.
Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Mehmud Hisên û Mihemed Yihya Xelîl bi beşdariya bi hezaran kesî li goristana El Hilalya hatin definkirin.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amed bi girsiyî dê wan pêşwazî bike

ad

ORC'î anketêke newe viraşt: Şima rey xwu danê kamco partî?

ad

Hozan Şiyar hat bibîranîn

ad

Xelatên Rûmetê yên Sînemayê eşkere bûn

ad

Li Qamişlo pêşangeha teknolojiyê li dar dikeve

ad

'Edalet' îro li ber Meclisê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname