EFRÎN
Akademiya Şehîd Ferzat Kemanger li bajarê Efrînê, dewreya yekemîn ya perwerdeya mamostetiya zimanê kurdî, bi merasîmekê bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Ferzat Kemanger ya li bajarê Efrînê bi aramcana amadekirina mamosteyên zimanê kurdî dewreya yekemîn ya perwerdeya mamostetiya zimanê kurdî, bi navê dewreya "Şehîd Viyan Amara" bi dawî kir. Di dewreyê de 30 mamosteyên zimanê kurdî beşdar bûn û derbarê toreya kurdî, zimanê kurdî, rêziman û rêbazên perwerdekirina bi zimanê kurdî de hatin perwerdekirin. Dewreya ku mehekê dewam kir bi merasîmekê bi dawî bû. Merasim bi beşdariya nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtîya Star, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi deqeyek rêzgiritinê dest pê kir.
Ji rêveberên SZK'ê Batûfa Çekdar di merasîmê de axivî û da zanîn ku cara yekemîn li rojavayê Kurdistanê, mamostayên zimanê kurd bi awayekî akademîk têne perwedekirin. Ev ji bo pêşxistina perwerdehiya zimanê kurdî derfetek mezin e.
Ji rêveberên dewreyê Welîd Bekir derbarê dîroka zimanê kurdî de axivî û bal kişan ser hewildanên tunekirina çand û zimanê kurdî. Bekir ji mamostayan xwest ku bi hemû derfetên xwe, çand û zimanê kurdî biparêzin.
Piştî axaftinan, bawername li mamostayan hatin belav kirin. Merasim bi stran û govendê bi dawî bû.
Ji ANHA'yê hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar: