SILÊMANÎ
Baxçeyê Zarokan li Silêmaniyê pêşangehek wêneyên zarokan vekir; di pêşangehê de 50 tablo hatin nîşandan.
Li Silêmaniyê Baxçeyê Zarokan bi hevkariya Beşa Şêwekarî ya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê, pêşangehek wêneyan a 3 zarokên Baxçeyê Zarokan vekir.
Derbarê pêşangehê de mamosta Şiwên Ferman got; “Me bi giştî ji 64 zarokan, 3 zarokên ku wêneyên baş çêdikin, hilbijart. Armanca me girîngîdayîna berhemên zarokan e, di pêşangehê de 50 tablo hatine nîşandan.”
Zaroka bi navê Zehra Nurî ku di pêşangehê de wêneyên xwe daye nîşandan, ji Rojnewsê re wisa gotiye; “Ez ji pisîkan hez dikim û min wêneyê wan çêkiriye, bi taybet jî di vî karî de dayîka min gelek alîkarî daye min.”