logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kirîza Başûr û rojeva sexte

  • Dîrok: 06/12/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Di dema rejima Sedam Huseyn de du rojnameyên bi erebî derdiketin, yek jê El-Iraq û ya din jî Cimhûriyet bû; van rojnameyan ji serî heya binî qala başiya rejîmê û derewên wan dikir û li hemberî bûyerên heyî jî tam tabloyeke berovajî didan nîşan û ji serokên partiyên kurdan re jî digotin serokên çete û provakator û bi zimanekî nerm jî xitabî civakê dikirin û dixwestin derewên xwe veşêrin û heta rojeveke wisa çêdikirin ku gel ji wan bawer bike, wisa lê hatibû, her du rojname ew qasî bê nirx bûbûn ku rejîm neçar mabû herduyan jî bike bêhember lê dîsa jî pirraniya civakê bawer nedikir ji wan û ew nedixwendin. 

Ez werim ser eslê mesele niha hin rojname û saziyên çapemeniya li başûrê Kurdistanê bi heman terz û nefesê kar dikin, rojname belaş kirine, dîsan jî hejmareke kêm ji gel dixwîne û hin ji wan jî bi henekî dibêjin, ji bo sifra xwarinê baş e. Ya herî xeter û bi jehr ew derewên ji wan rojname û bêrêziyên wan ên beramberî nirxên gel in. Wan rojan rojnameya "Wişe" ya PDK'ê li ser Nadiye Mûrad – keça Êzdî ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûye û bûye xwedî xelata NY ya niyeta baş – nivîsandiye ku “welat bi welat ji bo berjewendiyên Îranê digere.” 

Pirs ev e, gelo, eger parlamentera Iraqê Viyan Dexîl ya PDK'yî li cihê wê ba, heman manşêt dihat avêtin? Niha mirov li vê manşetê binihêrê wê astê dibîne ku ev zihniyet ketiye, li şûna ku hesabê komkujî û reva xwe ji Şengalê bidin, Nadiye Mûrad sûcdar dikin bi hevkariya Îranê. Ev çapemeniya bi nirx ku li ser terzê rejîma Baas weşanê dike, wekî ku dinya ji rewşa rojnamegerên li herêmê ne haydar be bi derewan dixwaze rûyê vê sûcê mirovahiyê û kuştina rojnameger Şukrî Zeynedîn Amêdî, wergerînin aliyên din. Dixwazin bi kevirekî du nîşanan hildin, hem bi kuştinê dengên muxalefeta li dijî xwe mîna tevgera Goran, bêdeng bikin û ji bo nixumandina tiştên li devera Behdînan jî rojnamegerên ku li gorî zihniyeta wan kar nakin bikujin û sûcên kuştinê jî bavêjin ser aliyên din. 

Ev çapemeniya ku li ser kirîzan dijî, tenê bi vê namîne, mîna ku di nava kampanyayeke reşkirinê de bin, li ser rojavayê Kurdistanê jî dest bi hemleyeke reşkirinê kirine: qaşo li Amûdê Ala Başurê Kurdistanê hatiye şewitandin. Destpêkê, divê werê zanîn ku ew hewildanên sernixumandin û veşartina kirîza heyî li başûrê Kurdistanê ye û çerxkirina rojevê ye ji bo aliyekî din. Qey ew bi xwe ji me baştir nizanin ku di bin vê Alayê de her bêrêzî û bêhûrmetî bi gelê li başûrê Kurdistanê têkirin, gel tê birçîkirin, dest datînin ser mûçeyên wan. Parlamena Başûrê Kurdistanê felc kirin û mîna sûcdaran bi serokê parlamenê û wezîrên Goranê remiamele kirin, pereyên ku ji hatinên petrolê tên, desteser dikin û nadin gel lê dema bi însiyatîfa hin Parlamenterên ji YNK, Goran, Komel û Adil Nûrî li Parlamena Iraqê biryarê digirin, PDK û hin hevkarên wê dijberiyê dikin. PDK bi germkirina bazara “Kurdayetiyê” erzan û klasîk û dehola dewleta kurdî, dixwaze ser pirsgirêk û krîza Başûr hem bigire û hem jî petrola ku şîrketa KAR ya PDK'ê ji Kerkûkê tê derxistin û dişînin Tirkiyeyê, her kes bêdeng be. Bi baweriya min, biryareke ku parlamena Iraqê bi pêşniyaza hin parlamentaran girtiye, biryareke di cih de ye. Herî kêm, qûtê gel mîna cihên din yên Iraqê nakeve ber kirîzê ku timî di destê hin partiyên bazirganê petrolê, wekî kartekê tên bikaranîn.

Li hemberê pirsgirêkên wiha, eger kurdan bi rastî jî li başûrê Kurdistanê di nava yekîtiyê de rikberiyeke demokratîk bikirana, PDK'ê parlemantoya Başûr felç nekira, hilbijartineke demokratîk ji bo guhartina serokê herêmê bikirana û destûreke bingehîn a demokratîk hebûya û bersiva pêdiviya herî kêm ya civakê bidana, rewş ê negihîşta asteke wisa ku li Parlamena Iraqê ev pirgirêk were çareserkirin. 

Ev qanûna nû ya li Parlamena Iraqê hat erêkirin, ku “Baxdad wê mûçeya hemû karmendên Başûr bide, li hemberê rojane şandina 300 hezar varîl petrola ji Kerkûkê û şandina hatinên wî jî bo xezneya Navendê” dixwazin bibêjin, herêm diziyê ji gel dike û em ê mûçeyên wan bidin. Ev bi ser xwe tevî ku Başûr hîna jî parçeyekî ji Iraqê ye, lê şeqemeke li nav rûyê partiyên ku di nava 26 salan de ji bilî diziyê ji gel tiştek nekirîne. 

Gel anîne ber rewşekê ku biteqe, û her roj xwepêşandanên mamostayan û boykotên xwendinê ji wan bûyeran in ku dema pêş eger krîzên siyasî, civakî û aborî neyên çareserkirin, ev partî êdî nikaribin bi gavên wisa jî gel razî bikin. Ew ê bi avakirina rojevên li dora kuştina hovane ya rojnmegerê KNN'ê Şukrî Zeynedîn û qaşo şewitandina Ala Başurê Kurdistanê li Amûdê nikarin gel bixapînin û ser pirsgirêk û krîzan bigirin. 

necibeqeredaxi@gmail.com

06.12.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Derhênerê îranî Cafer Panahî hat binçavkirin

ad

Li Brukselê meşek ji bo Roj TV

ad

ÎBB'ê jî buhayê pîdeyê eşkere kir

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlman e

ad

PKK û PDK'ê di kîjan xalan de li hev kir?

ad

Berhemeke dîrokî: Pira Hurkan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname