Wan
Pira Hurkan ku li Çataxa Wanê ser Çemê Sortkîn hatiye çêkirin bi hemû heybeta xwe hê li ser piyan e. Li gor texmînan di salên 1500-1600'î de hatiye çêkirin, di sala 1988'an de hatiye tamîrkirin û niha hê tê bikaranîn. Lêkolîner û nivîskar Nezîr Ocek li ser pir ji bo Ajansa Mezopotamyayê wisa gotiye: "Bi ser pir re gelek kerwan derbas bûne. Armanca çêkirina pir jî bazirganî ye. Kerwanên bi ser re derbas dibûn hinek pere didan û derbas dibûn. Dirêjiya pir 45 metre, berfirehiya wê jî 4 metre û 80 santîm e. Ji dêvla avê şîr xistine nava xerca pir û bi vî awayî çêkirine. Bazirganên ji Rusya, Ozbekistan, Îran û Azerbaycanê dihatin bi ser vî pirî re derbasî Mezopotamyayê dibûn. Pir hê tê bikaranîn."