Diyarname
Amed Spor ku di Kûpaya Ziraat a Tirkiyeyê de reqîbên xwe têk birin û ket nava koman, niha rastî reqîbên zortir han.
Ji bo Maçên Koman îro pişte hat kişandin. 27 tîm ji maçên tevtêkbirinê heta vir hatibûn û 5 tîmên Super Lîgê Beşîktaş, Fenerbahçe, Konya û Başakşehir (Ev her pênc par di rêza 5'an de bûn) tevlî bûn û pişte hat kişandin. Di nav van de Amed Spor jî hebû. Bi giştî 8 koman hatin çêkirin.
Amed Spor di pişkeyê de kete nava Koma C û Fenerbahçe, Gençlerbirligi û Menemen Belediye Spor bûn reqîbên wê. Reqîbên xurt ji bo Amed Sporê derketin. Her du tîmên pêşî di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîzin, Menemen Belediye Spor wekî Amed Sporê di Lîga 2'yemîn de dilîze.
Di nav tîman de 2 tîmên pêşîn dê ji nav koman derên û beşdarî 16'yên serketî bibin.
Di pişkeyê de kom wisa çêbûn:
Koma A:
Osmanli, Gaziantep, Şanliurfa, Kirklareli
Koma B:
Sancaktepe Belediye, Kasimpaya, Çaykur Rize, Înegol
Koma C:
Amed, Menemen Belediye, Fenerbahçe, Gençlerbirligi
Koma D:
Beşiktaş, Kayseri, Bolu, Darica Gençlerbirligi,
Koma E:
Galatasaray, Elazig, Tuzla, 24Erzincan
Koma F:
Yeni Amasya, Başakşehir, Sivas, Goztepe
Koma G:
Umraniye, Aydin, Akhisar, Bursa
Koma H:
Trabzon, Gumuşhane, Kizilcaboluk, Konya
Maçên Koman dê rojên 29-30'yê vê mehê u 1'yê berfanbarê bêne lîstin. Maçên hefteya duyem 13-14-15'ê berfanbarê, maçên hefteya sêyem, 20-21-2'yê berfanbarê û maçên hefteya çarem dê rojên 27-28-29'ê berfanbarê bêne lîstin. Maçên hefteya pêncan sala bê, rojên 10-11-12'yê rêbandana 2017'an û maçên dawî rojên 17-18-19'ê rêbendana 2017'an. Her du tîmên pêşî dê bi ser bikevin û her tîmên bibin sêyemîn û çaremînên komê dê vegerin mala xwe.
Par jî di koma Amedê de Fenerbahçe hebû. Maça yekem li Amedê hatibû lîstin û 3-3 mabû, di maça duyemîn de Amed Spor li Stenbolê têk çûbû.


