Diyarname
Şaredariya Kayapinara Amedê çalakiya Li Parkan Rojên Sînemayê dîsa li dar dixe. Fîlm di bin stêrkan de dê bêne temaşekirin.
Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Kayapinara Amedê her sal havînan li parkan êvaran fîlman nîşan dide. Ev çalakiya ku navê Li Parkan Rojên Sînemayê lêkirine ev 5 sal in li dar dikeve.
Ev çalakî îsal 18'ê vê mehê dest pê kir û heta 5'ê rezbera 2009'an dê bidome. Li gor bernameyê êvara pêncşeran li parka Mem û Zînê (Parka li kêleka Dibistana Hantepeyê), êvara înan li Parka Derwêşê Evdî ya li Gazîlerê û êvara şemiyan jî li Parka Ahmed Arîf a li Huzurevlirî dê fîlm bêne nîşandayîn.
Di nav bernameyê de ev fîlm dê bêne nîşandayîn:
- Bahoz, derhêner Kazim Oz
- Gitmek (Çûyîn), derhêner Huseyîn Karabay
- Sonbahar (Payîza Dawî), derhêner ozcan Alper
- Babam ve Oglu (Bavê min û kurê min), derhêner Çagan Irmak
- Uç Maymun (Sê meymûn), derhêner Nuri Bilgi Ceylan
- Son Cellat (Celadê Dawî), derhêner Pahin Gok
- Beynelminel, derhêner Sirri Sureyya Onder
- Her wiha fîlmê Yilmaz Guney "Agit" (Şîn) ku dublaja wî ya kurdî hatiye kirin jî dê bê nîşandayîn.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


