Diyarname
Di payîza 2007’an de me di Diyarnameyê de mijara ‘Duzimaniyê’ da nîqaşkirin. Nîqaş bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma. Bi giştî 27 nivîs hatin weşandin û her nivîskarekî ji aliyêkê ve li ser mijarê sekinî. Ew nîqaş niha wekî yekemîn pirtûka Diyarname derket.
Her kurdek dema tê dinê ji bilî zimanê xwe yê zikmakî bi zimanê duyemîn re rû bi rû dimîne, ji ber zagonên fermî jî mecbûr dimîne bi zimanê duyemîn perwerdehiyê bibîne. Di vir de rewşa kurdên Başûr hinekî cihê ye, lê kurdan din, kurdên li Tirkiyeyê bi tirkî, yên li Îranê bi farisî, yên li Sûrî bi erebî, yên li Kafkasyayê bi zimanên Kafkasyayê, yên li Ewropayê jî bi zimanên welatên ku lê dijîn re rû bi rû dimînin. Ev yek çi encamê bi xwe re tîne, bandoreke çawa li zarokên kurdan û zimanê wan dike?
Diyarname li ser vê yekê nîqaşekê dabû dest pê kirin. Herhal di nav malperên kurdan de yekem car bû ew qas mijar berfireh dibû. Bi ser 20’î de nivîskar, rojnameger, mamoste, wergerên kurdan di vî warî de gotar nivîsandin, dîtinên xwe anîn ziman, pêşniyarên xwe rêz kirin. Ev gotar niha bi navê “Duzimanî” bû pirtûk. Pirtûka ku ji Weşanên Hîvdayê derket ji aliyê Cemil Oguz û Dawud Rêbiwar ve hatiye amadekirin.
Di pirtûkê de gotarên kesên wekî Abdullah Demirbaş, Amed Tîgrîs, Jîr Dilovan, Fêrgîn Melîk Aykoç, Husên Duzen, Arjen Arî, Sami Tan, Evdile Koçer, Zekî Ozmen, Edip Polat, Yaşar Eroglu, Cemil Oguz, Murad Celalî, Medenî Ferho, A. Balî, Adar Jiyan, Qado Şêrîn, Rizoyê Xerzî, Helîm Yûsiv, Ezîzê Cêwo, Azad Zal, Mevlut Aykoç cih digirin.
Duzimanî / Amadekar: Cemil Oguz - Dawud Rêbiwar / Weşanên Hîvda / 117 rûpel.