Tenê li sûkek 600 dikan hatin girtin
Diyarname
Her çiqas hikumeta Tirkiyeyê her qala baþbûna rewþa aboriya Tirkiye bike jî qerem û rewþa gel tiþtek din nîþan dide.
Li bajarên kurdan rewþa aborî jixwe karesat e, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û li metropalan jî îstatîstîk rewþa xirab a aboriyê nîþan didin. Yek ji cihên ku berik giran a aborî li ser e jî Stenbol e. Yek ji cihên Stenbolê ku rewþê baþ nîþan dide jî "Kapaliçarþi" ye.
Kapaliçarþiya Stenbolê rojane 500 hezar kes ku piranî tûrîst in diçûn serdana wir. Di demên asan de cihek vala ku mirov li ser piyan lê bisekine nîn bû, lê niha Kapaliçarþi xwîn digirî. Li gor nûçeya Ceyhun Kuburlu ya di Hurriyetê de li Kapaliçarþi rewþ wisa xira bûye esnaf êdî nikarin sifteyê bikin, her roj dikan têne girtin. Li çarþiyê 3 hezar û 500 heb dikan hene, niha nêzî 600 hebên ji wan hatine girtin Serokê Komeleya Esnafên Kapaliçarþi Hasan Firat wisa gotiye. "Heta dawiya mehê dê ev hejmar derkeve hezarî. Lê gelek kirêcî peymana wan heta dawiya salê ye. Ger kirê nekevin dawiya salê dê hejmara dikanên bêne girtin bigihîje 1500'î."
Firat dibêje di 8 mehên pêþî di sedî 30 hejamar tûrîstên tên Tirkiyeyê kêm bûbû û vê yekê lê zêde dike: "Tiþtê zêdetir bandor li me kir tûrîzma kongreyan bû û kêmbûna keþtiyên kruvaziyer bû. Bi hezaran tûrîstên bi keþtiyên kruvaziyer dihatin Stenbolê cihê ku dihatin Kapaliçarþi bû. Lê ev kêm bûn. Gelek kongre jî betal bûn. Van kir ku esnaf bikeve nav tengasiya mezin. Me got dê ev roj derbas bibin lê 15'ê Tîrmehê jî hat jiyîn."
Hasan Firat radigihîne ku berê ji bo kesek dikanek li wir veke li dor 100 hezar dolarî pere dida, niha dikanek tê girtin vala dimîne, kirêdarek jî ji bo wir nayê dîtin û wisa dibêje; "Bi heman e dikan vala ne. Kirêdarên ku nikarin kirêya xwe bidin hene. 25 hezar kes dixebite. Dema serdem gur bû de ev hejmar derdiket 35 hezar î. Îro esnaf nikare heqê heftaneya karkerên xwe bide."
Li gor îstatîstîkan, par 345 keþtiyên kruvaziyer hatibûn û bi van 100.734 tûrîst hatibûn Stenbolê, îsal tenê 45 keþtî hatine û di van keþtiyan de tenê 38 hezar û 636 tûrîst hatine.