logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

'Arkeolojî' berê xwe da 'Heskîfê di şerê hebûn û nebûnê de'

Hikumetên dewleta Tirkiyeyê heba bibêje ev 40 sal in dikin ku Heskîfê têk bibin. Hezkiriyên Heskîfê jî bi heman awayî he

  • Dîrok: 25/09/2016
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Hikumetên dewleta Tirkiyeyê heba bibêje ev 40 sal in dikin ku Heskîfê têk bibin. Hezkiriyên Heskîfê jî bi heman awayî her dikin xwedî li bajarê dîrokî derên. Heta niha gelek nivîs li ser Heskîfê hatin nivîsandin, gelek pirtûk hatin derxistir, gelek rapor hatin amade kirin. Vê carê kovara "Aktuel Arkeolojî" berê xwe da Heskîfê. Kovarê hejmara xwe ya rezber-kewçêra 2016'an ku hejmara 53'yan e taybet ji bo Heskîfê veqetand. Di bergê de Heskîf û dosyaya kovarê wisa hatiye pêşkêş kirin; "Heskîfê di şerê hebûn û nebûnê de, berî bibe dereng em biparêzin."

Ji serî heta dawî kovar bi wêne û nivîsên li ser Heskîfê hatiye xemilandin. Edîtorê kovarê Murat Nagiş wisa gotiye, "Em hemû dikin ku nîşan bidin ev projeya 'bendavê' projeyeke gelek şaş e û divê gavek zûtir ji projeyê bi paş ve gav biavêjin."

Dîroka Heskîfê digihîje 12 hezar salî, gelek şaristanî li vê derê bi cih bûne, şopa xwe hiştine. Li welatên wekî Ewropayê cihên wisa baş têne parastin, bi dinyayê didin nasîn û tenê bi tûrîstên tên wê derê ew der li ser piyan dimîne û bandoreke erênî li tûrîzma welat jî dike. Lê li welatên paşdemayî yên wekî Tirkiyeyê cihên wisa dixin bin lingan, têkçûna cihên wisa ne di xema wan de ye. Heskîf jî bi vî awayî. Ji salên 1980'yî ve heta niha gelek hikumet hatin û çûn, hemûyan ev projeya Bendava Ilisû dom kirin, her yek kevirek danî ser. Û hikumeta niha ya Tirkiyeyê hê zêdetir lez daye projeyê û dixwaze gavek zûtir bendavê çêbike.

Û kovara Aktuel Arkeolojî bi amadekirina hejmarek wisa taybet re bersiv da ye. Ji nav nîsan yek jê wisa dibêje, "Sadiqbûna me ya bi kokên xwe re zor li me dike ku em xwedî li Heskîf û Dîcleyê derên." Yek ji nivîsên din jî vê xalê derdixe pêş: "Dema Bendava Ilisû temam bibe Heskîfê ku xwedî dîroka 12 hezar salî ye û bi sedan qadên çand û arkelojî dê têk herin."


Ket nav lîsteya berhemên di bin talûkeyê de

Weqfa Pêşxistina Zanîna Çandê û Koma Matters a Heskîfê bi hev re serî lê da, di encama vê de di meha gelawêja 2015'an de Heskîf ket nava lîsteya 7 Berhemên Çandî yên di Bin Talûkeya Mezin a Ewropa Nostrayê.

Vane hin notên ji kovarê:


Yekem cihê lêmayînê

11 hezar û 500 sal berê ji ber kişwera guncav li vir jiyanê dest pê kiriye, bi vê Heskîf li Hewzeya Dîcleya Jorîn yek ji gundên lê jiyan çêbûye ye.

Bênder

Hin hoyuk û cihên jiyana mirovan ên li qeraxa çemên Firat û Dîcleyê nîşan didin ku ew der ji bo bar birin û anîna ser behrê wekî bênder hatiye bikaranîn.

Şikeft

Şikeftên Heskîfê hebûna çand û dîrokek kûr nîşan didin. Ev hebûn bingeha çanda Hisnî çêdikin.

Tirs

Gelê Heskîfê ev 40 sal in bi tirsa Projeya Bendava Ilisû dê rojek xaniyên wan noqav bikin û sedî 80'yê bajêr têk bibe dijîn


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hasta la vîctorîa sîmpre!

ad

Portreya Mehê: JÎR DILOVAN

ad

2021: Kitabê ke Obama weçînayê

ad

Destana Kawayê Hesinkar derdikeve ser dikê

ad

Li Amedê 'Roja Çîrokê' li dar ket

ad

'Marilyn' bi 195 mîlyon dolarî hat firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname