Diyarname
Li cem me derbe çêdibin, mirov di îşkenceyan de can didin hindik kes dikarin rabin fîlmek çêbikin ew jî bi hezar tirsî. Lê yê tenê teşebus ji bo derbeyê çêdibe, dîsa jî ew radibin li ser wê teşebusê fîlm çêdikin; ji bo careke din teşebuseke wisa çênebe.
Em qala Spanyayê dikin. Di 23'yê reşemiya 1981'ê de, bi pêşengiya Yarbay Antonio Tejero komek leşkerên spanyol meclisa Spanyayê dagir dikin û dest datînin ser rêveberiyê. Ev tevgera wan tenê rojek dom kir û bi
bata Kral Juan Carlos ev hewldana wan têk çû. Bi vê gavê re Spanya zêdetir ber bi demokrasiyê ve çû. Piştî 30 salên vê hewldanê niha li ser vê hewldana pêkanîna derbeyê fîlmekî tê kişandin.
Navê "23-F" (23 Reşemî) li fîlm kirine û derhêneriya fîlm wê Juan Maria de la Pena bike. Rola Yarbay Tejero wê Paco Tous, rola Kral Juan Carlos jî wê Fernando Cayo bigire ser milên xwe. Hate ragihandin ku butçeya fîlm 4,5 mîlyon Euro ye.
Ji bo kişandina fîlm meclisa Spanyayê destûn daye ku meclisê ji bo setê bikar bînin. Hate gotin ku berê meclisê destûr nedaye ku di meclisê de bikişînin lê piştî hevdîtinin û piştgiriya Wezareta Çandê meclisê jî erê kiriye ku meclisê wekî seta fîlm bikar bînin. Du rojan wê deriyên meclisê ji bo kişandina fîlm bêne vekirin.
Ev hewldana derbeya 23'yê Reşemiyê berê di televîzyonên Spanyayê yên taybet de wekî rêzefîlm hatiye nîşandayîn û gelek eleqe dîtiye.
li bendê de ku "23-F" di 30'yemîn salvegera teşebusa derbeyê, di sala 2011'an de bikeve vîzyonê.


