Diyarname
Hunermenda navdar Jennifer Lopez li New Yorkê di merasima xelaskirina dibistana otîstîkan* de li ser dikê bû.
Li herêma Staten Island mamosteyeke bi navê Kathy Amati li dibistanê klîba strana Jennifer Lopez "Let's Get Loud" nişanî xwendevanên xwe ku otîstîk in da. Ji ber ku zarokan jê hez kir her roj ew klîb nîşanê wan da. Dûre xwendekaran gotinên stranê ji ber kir, pêre rabûn reqsê jî. Bi teşwîqa mamosteyan zarokan mane ji Jennifer Lopez re şand û jê wêneyên wê yên îmzekirî xwest, lê Lopez name neşand, ew bi xwe çû dibistanê.
Xwendekarên 10-11 salî ku di merasima xelasbûna dibistana seretayî de li hemberî xwe Jennifer Lopez dîtin gelek kêfa wan hat û li ber stranên wê rabûn reqsê.
*Otîstîk nexweşiyeke ku zarok ne li gor temenê xwe mezin dibin.