logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Mebûsê YNK'ê Muhsîn Osman: YNK ji vir wê xurtir derê

Li ser rewşa dawî ya YNK'ê me bi Mebûsê YNK'ê Mûhsîn Osman re xeber da.

  • Dîrok: 07/09/2016
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Niha beşek ji rêveberên navendî yên YNK'ê wekî Berhem Salih û Kosret Resûl biryarek girtin ku biryarên YNK'ê ji aliyê "Navenda Biryarê" ve bêne girtin. Li aliyê din Hêro Xan û Mele Bextiyar jî di nav de wan ev helwest qebûl nekirin û li nav YNK'ê minaqeşe didomin. Bi taybetî li Başûr YNK cihek gelek girîng digire. Her wiha bandora wê ya li parçeyên din jî heye. Di dema ku pêdiviya hemû partî û rêxistinên kurd bi yekîtiyê heye de nîqaşek wisa çêbû. Li ser vê me bi Mebûsê YNK'ê û nivîskar Mûhsîn Osman Doskî re xeber da. Fermo...

Tam YNK û Goran li hev kirin, wisa dixuya ku êdî ew hêzek in... Piştî vê çi qewimî ku YNK bû du parçe?

- Ez bawerim em hindek li ser dîrok û zemînesaziya damezrandina YNK bi axivîn, wê gelek pirsên te jî bihêne bersivdan. Mirov dikare pirsekê ji xwe bike, çima ew partîyên ji PDK cudabûn, tenê YNK heta nika herma? Her wiha çima YNK ta niha nebûye partî, belkî wekî Yekêtiya çend alan pêkhatiye? 

Temenê YNK ê 41 sal in, li destpêka vî temenî ta nika YNK gelek qehremanî li ser astê siyasî, dîplomasî û leşkerî tomar kirîne, mirovê vegerîte dîrokê, dê vê rastiyê berçav kit. Ew azadî û demokratiya di nav rêzên YNK de heye, gelek caran dibîte egerê rewşên mîna ev rewşa îro YNK têre derbas dibit. Êdî ew rewşên YNK rastî parçebûnê hatî gelek in. Wekî nimûne sal 1979 bizavek ji YNK vebû û li sala 2016 vegerîn nav rêzên YNK, li salên heştêyan Alayê Şoreş ji YNK cuda bû, sala 1991’ê vegerîn nav rêzên YNK û li sala 2009 Bizava Goran ji YNK cuda bû, sala 2016 dîsan vegerî nav rêzên YNK. Îroj grupek dixwazit ji YNK cuda bibe, lê dem û mercên vê qonaxê ne di xizmeta vê grupê de ne, lewra dibêjim, ev grupa niha nikare ji YNK cuda bibe, ewê li nêzîk çareser bibe. 

Aliyê ku dibêje "Gere êdî biryar ji aliyê komek navendî ve bêne girtin" Ev kî ne û tam çi dixwazin? Gelo tiştek xirab e ku biryar ji aliyê navendî ve bêne girtin?

- Li Rojhilata Navîn û li vê qonaxê, prensîbên partîtî lawazbûyî ne. Her wiha têgehê partîtî hêşta bi tak dihête nasandin. Lewra dema sala 1979’an Mela Mustefa Barzanî çûye rehmetê, beşek ji PDK yekem car bi navê qîyada mueqet û paş ji heman qîyadê Partî Gel bi Serokatiya Samî Abdulrehman dirist bû, dîsan ew jî li salên 90’an vegerîn nav rêzên PDK. 

Piştî nexweşketina rêzdar Mam Celal, YNK rastî heman çarenivîsan hat. Ev grupa xwe bi navenda biryarê binavkirî, ew bi xwe bê biryar in. Mixabin diristbûna van grupan ne ji encamê xizmeta gelî dihên, belkî wek berjewendiya kesane, çinkû Kak Kosret û Dr. Berhem Salih piştî Mam Celal, kesê yekem û duhem bûn, lê wan rola xwe nelîzîn, wan ev rewşa îro di nav YNK de heye, diristkiriye.

Aliyê din Hêro Talabanî heye. Wekî din kî hene û ev çi dixwazin? Gelo encam wê dîsa parçebûna YNK'ê be? 

- Wekî serkirdatiya YNK Hêro Xan serperiştiyê dike, Hêro xan wekî jinek li Rojhilata Navîn, li rewşek kevneşop, li rewşek şerê DAIŞ, jinek bikare partiyek wekî YNK û li vî temenî bi rê ve bibe, cihê rezgirtinê ye û bi rastî xalek balkêş e. Her wiha Polîtîk Buroya YNK jî heye, ku bi hev re dikarin partî bi rê ve dibin. Ez bawer nakim YNK parçe bibe, çunkî rewşa deverê û ew kesên serperiştiya navenda biryarê dikin, kesên xweyî karîzma mîna Kak Newşêrwan Mustefa tune, bikarin li vê rewş û derfetê bikarin wekî partiyek yan tevgerek xwe bidene nasandin. Serbarî bi rastî îro ne dema tevger û partiyên biçûk e.

Di encamê de dê rewşa YNK'ê çawa be, ber bi ku ve here? 

- YNK Partiye cemaweriye bi hejandinên wisa bi hêz dikeve, peywendiyek xurt di navbera xelik û serkirdatiya YNK de heye. Lewra YNK bi siruştê xwe li ser hêza cemawerî jiyanê didete xwe wekî tevgerek siyasî, ev rewşa îro YNK rastî hatî li dema xwe PKK jî rastî hat, lê dîsan PKK jî bi hêz ket, lewra ez dibînim YNK li dem û axek zemînesaz damezraye, êdî bila em hemû fakterên başiyê bîn, wê rewşa me baş bibe.

Hebûna YNK'ê li Başûr jî ji bo parçiyên din jî mînak Rojava gelek girîng e. Rêveberên YNK'ê jî hay jê nîn in ku ger YNK parçe bibe dê zirarê bigihîne Başûr jî parçeyên din jî...

- YNK di dîroka xwe ya dirêj de xebat û şehîd li her çar parçên Kurdistanê dane û her wiha destê alîkariyê ji bo her çar parçeyan dirêj kiriye. Lewra îro lawazbûna YNK ji bo tevgera azadîxwaza gelê kurd gelek xirab e. Ez bawerim her kes vê rastiye dizane, lê wekî me li bersiva pirsên din daye xuya kirin, rewşa ciyopolîtîka deverê jî rêkê nade YNK lawaz bibe. Em dizanîn îro jî nakokî û şer bi rêkên cuda di navbera Osmanî û Sefewî de berdewam e. Ji bo bihêzketina partiyên kurdî bi giştî, eve erkê hişmend û rewşenbîrên kurd e. Îro pirsên girîng li Rojhilata Navîn li berçav in, lê mixabîn hişmendê kurd gelek li ser nasekinin!

Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê (tu zanî hê jî hilbijartin çênebûye) heta meseleya serxwebûnê... Di dema pêşiya me de dê li Başûr çi encam derê?

- Kurd bi giştî ne xweyî planên stratîjîne, kurd ne xweyî xuwandinên pêşwext in, lewra dema rastî trajîdî û derbên giran tên, gilî û gazindan ji felekê dikin. Lewra ez dibêjim mesela dewlet yan serxwebûnê ji çarçoveyê propagandê derbazî axa jiyanê nebûye. Li Başûr bi dirêjiya dîroka xwe, pêhtir girîngî daye tevgera çekdarî ji reform û şoreşin civakî û rewşengerî. Heta îro li Başûr bi sazî û dezgehan kar ji bo dewletê nehatiye kirin, lewra gelek ji xelkê me bi dirûşmên zîq/ rewneqdar dihêne xapandin, divêt ew jî bihête gotin, kurdan çemekê xwînê rijtiye, ev ked sed car mafê dewletê ye, lê dewlet jî dixwazîte eqlê dewletdariyê. Mixabin ev e li Başûr tune!

Û pirsa dawî jî meseleya Rojavayê Kurdistanê ye. YNK’ê bi xwe jî gelek alîkarî kiriye. Ji wir Rojava çawa dixuye, tu dikarî çi bibêjî?

- Li Rojavayê kurdistanê her çende em hindek dûr in, lê gor zanînên me, rewşa birêvebirnê bi sazîtir e. Bi giştî mirov dikare bêje, her çawa bît, îro derfet û rewşek baş ji bo Başûr û Rojava dirust bûye, divêt her kes li gor şiyanên xwe, alîkar be. Rast e di hêla birêvebirina xwe bi xweyê, kurd ne xwedî ezmûnek dewlemend in, lê bi dirêjiya demî kurd jî wekî gelê din wê ji ezmûnên xwe û dostan hîn bibin. Hûn baş dizanin YNK gelek alîkariya Rojava kiriye û dike. Êdî ev her du ezmûn bêyî rexne û çavdêrî bisernakeve. Em bixwazin yan na îro çavê dost û dijmin li her du ezmûnan e. Bi encam bi yekgirtin û parastina yek rêziya nav mala kurd, wê kurd bikarin ji hemû astengan rizgar û derbaz bibin.

**

Mûhsîn Osman kî ye?

Mebûs û nivîskar Muhsîn Osman roja 02.02.1963'yan li Duhokê hatiye dinê. Wî xweandina destpêkê, navincî û amadeyê li Duhok xwendiye, paşê li Bexdayê Koleja Hunerên Ciwan/ Şano xwendiye.

Ew di sala 1994'an de çûye Almanya û heta niha wekî malbat li wir dijî. Osman di sala 2014'an de li ser lîsteya YNK'ê ji bo parlemanê Bexda hat hilbjartin.

Heta niha ev çar pirtûkên wî derketine:

- "Mezopotamya, Vekolîneke dîrokî di şaristanî, çandî û dramayê de".

- "Hizirkirin di pirsên şanoyê de".

- "Hizirkirin di pirsên rexneyê de".

- "Hizirkirin di pirsên felsefê de".

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Nobelê ya Aboriyê dan du amerîkî

ad

Gareth Bale xatir waşt

ad

Gotûbêjek li ser 'Wêjeya nûjen a kurdî'

ad

Ka hûn jî pênûsa xwe deynin...

ad

Bajar bi bajar çalakiyên ji bo ziman

ad

Nivîskarê me Helîm Yûsiv li ser Mişel Temo nivîsî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname