Diyarname
Li zêdeyî 10 bajarên kurdan dibistan hatin boykotkirin û ji bo ziman çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de îmzeyên ku ji bo daxwaza "perwerdehiya bi zimanê zikmakî" û rakirina "sonda me" hatibûn berhevkirin teslîmê Midûriyetên Perwerdehiya Neteweyî yên Bajaran kirin.
Vaye bajar bi bajar çalakî:
Amed
Li Amedê bi beşdariya hezaran kesî meşek ji Koşuyolu heta Ofîsê li dar ket. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ku beşdarî çalakiyê bû got: "Emê li Kurdistanê wekî kurd bijîn, bi kurdî biaxivin, emê perwerdehiya bi kurdî bibînin."
Wan
Li Wanê xwendekaran dibistan boykot kirin. Hat gotin ku rêjeya boykota li Wanê gihîştiye sedî 90.
Her wiha ji bo ziman meş hat li dar xistin. Di dawiya meşê de bi awayekî sembolîk dersa zimanê kurdî hat dayîn.
Culemêrg
Kurdî-Der û Egîtîm-Sena Culemêrgê li gelek cihên bajêr stand vekirin û ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî û rakirina "sonda me" îmze berhev kiribûn. Bi meşekê heta ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr meziyan. Polîs pêşî lê girt. 6 kesên hatin hilbijartin û 10 hezar û 500 îmzeyên ku berhev kiribûn birin teslîmê midûriyetê kirin.
Serokê Kurdî-Dera Culemêrgê Vasfi Ak got ku li TirkiyeYê ji bilî tirkî hemû ziman têne înkarkirin û got bila her kes zimanê xwe bikar bîne.
Li Şemzînana Culemêrgê jî Kurdî-Der û saziyên sivîl îmzeyên berhev kiribûn teslîmê Midûriyeta Perwerdehiyê kirin.
Îdir
Li Îdirê bi beşdariya rêveberên BDP û HDK'ê gelek kes li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr hatin ba hev. Piştî daxuyaniyê îmzeyên hatine berhevkirin teslîmê midûriyetê kirin.
Riha
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê û gel li ber Cihê Eyup Pêxember hat ba hev û pankarta "Bila sonda me bê rakirin" vekirin. Di dovîzên di dest qan de jî daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî û erebî kirin.
Egîtîm-Sena Rihayê jî di sê rojan de 5 hezar îmze ji bo daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî berhev kirin û teslîmê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr kir.
Sêrt
Li Sêrtê li ber Kizilay İş Merkezî gelek kes hat cem hev û daxwaza perwerdehiyê kir. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak li vir got ew dê xwedî li zimanê zikmakî derên
Her wiha hat gotin ku li bajaroka Berder a Berwariya Sêrtê tenê zarokek jî neçûye dibistanê û boykot wekî sedî sed li dar ketiye.
Navçeyên Mêrdînê
Li Kerboran, Dêrik, Stewr, Nisêbîna Mêrdînê gel li qadê bûn.

Dêrsim
Li Dêrsimê jî Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Hevserokê BDP'a Dêrsimê Ergin Dogru û rêveberên BDP û EMEP'ê, ligel beşek ji gel li qadê bûn.
Piştî daxuyaniyê 4 hezar îmzeyên ku berhev kiribûn dan Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr.
Semsûr
Li Semsûrê jî Kurdî-Dera Semsûrê meşeke ji bo perwerdehiya ziman li dar xist û îmzeyên berhev kiribûn teslîmê midûriyetê kir.
Şirnex
Li Şirnexê Kurdî-Derê ligel beşek ji gel heta ber midûriyetê meşiya û 15 hezar îmzeyên berhev kiribûn dan midûriyetê.
Enqere
Li Mamaka Enqereyê BDP'ê û TZP kurdî ji bo boykotê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemenyê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Dibistan bi boykotê dest pê dikin
- Li 65 dibistanên Qamişlo dersên zimanê kurdî tê dayîn
- Ji BDP û KCD'ê bi 8 madeyan pêşniyara çareseriyê


