Diyarname
Di yekemîn salvegera koçkirina nivîskarê kurd Rezoyê Osê de li ser navê wî malpereke hate vekirin.
Di malperê de beşên wekî helbest, çîrok, ziman, lêkolîn, hevpeyvîn û hin beşên din hene. Di van de nivîsên eleqedar hatine bi cih kirin.
Amadekarên malperê her wiha diyar kirine ku hemû nivîs, wêne, bîranîn û her cure mijarên bi Rezoyê Osê re eleqedar ji wan re bişînin ku di malperê de biweşînin.
Malpera ku ji aliyê Zagrosê Haco û Ehmedê Huseynî ve hatiye amadekirin li ser navnîşana www.rezoyeose.com kar dike. Ji bo têkilî jî navnîşana e-mailê ev: rezo@rezoyeose.com