Diyarname
Romana Serokê Iraqê yê têkçûyî Sedam Huseyîn ku berî şerê li Iraqê yê sala 2003'yan de nivîsandibû niha li îngilîzî tê wergerandin û li gor gotinan dê payîzê bê weşandin.
Li gor nûçeya rojnameya Guardianê weşanxaneyek li Brîtanyayê romanê ji bo îngilîzî werdigerîne. Nûçe dibêje ku di meha berfanbarê de bê weşandin û berdevkê weşanxaneyê pirtûk bi gotina "Roman di şêweya Game of Thrones û House of Cards de ye" aniye ziman.
Hezar û 500 sal berê qebîleyek ku li qeraxa Firatê dijî ji aliyê hêzek dagirker ve hatiye dagirkirin. Ev mijara romanê ye û heta niha roman bi navê "Şeytên Bicehime" û "Tiştê Lanetkirî" li zimanên cuda hatibû wergerandin lê weşanxaneya Brîtanyayî negotiye dê navek çawa li romanê bikin.
Sedam Huseyîn berê bernavê "Nivîskar" bi kar aniye û berî sala 2000'î sê romanên bi navê "Zabîbah û Qral", "Keleha Hatiye Xurtkirin" û "Mirov û Bajar" nivîsandibûn.
Berî sala 2003'yan pirtûkên Sedam Huseyîn di nav mufredata dibistanan de cih digirt, lê piştî ji rêveberî daxistin û kuştina Seda Huseyîn li gelek welatan wergerandin û firotina pirtûkên wî bûbe meseleya nîqaşê.
Romanê navborê li Tirkiyeyê bi navê "Defol Git Lanetlî" li tirkî hatibû wergerandin û weşandin.


