Diyarname
Balafirgeha Amedê vê havînê ji bo tamîrkirinê hate girtin. Ji bo kesên diçin Amedê balafirgeha Batmanê tê bikaranîn û vê yekê fêdeyeke mezin gihand Batmanê.
Balafirgeha Amedê heta 1'ê rezberê dê girtî bimîne. Di meheke ku rêwiyên Amedê bi ser Batmanê re diçin û tên hate gotin ku di mehekê de 110 hezar û 335 rêwî bi ser Batmanê re çûne Amedê. Her wiha her roj 3 hezar û 677 rêwî ji balafirgehê ber bi balafirgehên Stenbolê Ataturk û Sabiha Gokçen, Îmîr, Enqere û Antalyayê dikevin rêya hewayî.
Balafirgeha Amedê di 1'ê pûşperê de ji bo temîrkirinê hate girtin. Niha ji dêvla Amedê balafirgeha Batmanê rojê 14-16 seferan dike.
Niha ji balafirgeha Batmanê fîrmayên wekî THY, Anadolu Jet, Sun, Pegasus û Onur-Air bi balafirên xwe rêwiyan dibin û tînin.