Diyarname
Ji bo Serdema Fûtbolê ya 2019-2020'an a Lîga 2'yemîn pişke hat kişandin û fîkstur diyar bû. Amed Spor maça yekemîn li mala xwe ligel Sancaktepeyê dê bilîze. Wan BB ku li Koma Sor dilîze maça yekemîn dê li mala xwe ligel Bandirma Baltokê bilîze.
Ji bo diyarkirina fîkstura Serdema 2019-2020'an hem ji bo Lîga 2'yemîn a Fûtbolê ya Tirkiyeyê hem ji bo Lîga 3'yemîn pişke hat kişandin. Di Lîga 2'yemîn de du tîmên muhîm ên kurdan hene ku Amed Spor di nav Koma Spî, Wan BB di nav Koma Sor de ye.
Di encama pişkeyê de di Koma Spî de rewş bi vî rengî çêbû:
- Kiriklareli-Înegol
- Manîsa BB-Zonguldak
- Afjet Afyon-Hacettepe
- Amed - Sancaktepe
- Tarsus Îdman Yardu-Hekîmoglu Trabzon
- Bak Spor - Şanliurfa
- Pendik-Sariyer
- Gumuşhane-Samsur
- Yenî Çorum-1922 Konya
Di Koma Sor de jî hefteya yekemîn bi vî awayî çêbû:
- Bayburt Ozel Îdare - Bîrevim Elazig
- Eyup - Kirşehir Bld
- Van BB - Bandirma
- Kastamonu 1966 - Tuzla
- Etimesgut Bld. - Nigde Anadolu
- Sivas Bld. - Kardemir Karabuk
- Ankara Demir - Bodrum Bld.
- Utaş Uşakspor - Kahraman
- Sakarya - Ergene Velimeşe
Maçên vê lîgê dê roja 1'ê rezbera 2019'an dest pê bikin.
Lîga 3'yemîn
Ji bo Lîga 3'yemîn jî pişke hatin kişandin. Di vê lîgê de 3 kom hene. Di Koma 2'yemîn de Agri 1970 Spor ku yekem car derket Lîga 3'yemîn hefteya yekemîn dêh ere deplasmanê û ligel Elazig Bld bilîze. Cîzre Spor hefteya yekemîn li mala we dê Kemer Spor 2003'ê bike mêvan.
Di Koma 3'yemîn de Batman Petrol Spor û Diyarbekir Spor hene ku Diyarbekir di hefteya yekemîn de diçe Nevşehîrê, lê Batman Petrol Spor li mala xwe 1954 Kelkît BLD dike mêvan.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê pişke hat kişandin