ENQERE
Otobusa rêwiyan a Amedê dema ji Enqereyê ber bi Amedê ve derket rê rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Li Enqereyê otobusa rêwiyan a Amedê dema ji Enqereyê ber bi Amedê ve derket rê, ji aliyê kesên di erebeyek din de bi çek êrîşê otobusê kirin. Di êrîşa çekdarî de 4 kes birîndar bûn.
Saet 17.30'an de otobus ji gara Enqereyê derket rê û piştî kurtedemek li ser rêça Keçîoren-Etlîkê rastî êrîşê hat. Herî hindik 10 gule li otobusê ketine.
Di bûyerê de welatiyên bi navê Selahattin A., Selçuk Y., Mufit K. û Zulfu K. birîndar bûn. Piştî rêwiyan polîs agahdar kirin, yekîneya polîsan çû cihê bûyerê. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda.