12'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Komeleya Çandê ya Penaberên Karker (Gik-Der) ji ber Covid-19'ê wê bi awayê online pêk were. Festîval her sal birêkûpêk li Bakurê Londonê pêk dihat.
Festîval wê îsal bi ser navê “Ji nijadperestiyê re na #Ezdifetisim” 28'ê Hezîrana/Pûşpera 2020'an saet di navbera 14.00 û 20.00'ê de bi rê ve biçe.
Erdal Erzincan, İlkay Akkaya, Pinar Aydinlar, Grup Vardiya, Lawje, Canan Sagir, İbrahim Kirilmaz û Suna Alan wê stranên xwe bistirên. Her wiha rojnameger Can Dundar, Barbaros Şansal, siyasetmedar û ekonomîst Alp Altinor, Seroka AvEG-Konê Zeynep Bîrsel, Serokê Federasyona Elewiyên Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl, Akademîsyen Alkan Karaçam, Prof Dr. Sînan Ozbek, Hevberdevê Kongreya Demokratîk a Gelan Sedat Şenoglû û rojnameger Steve Sweeney wê beşdarî bernameyê bibin.
Ji ser hesabê wan ê youtube, facebook û instagramê re dikare lê bê temaşekirin
Ji Bîanetê hatiye girtin