Ertuş Berçelan
Di encama têkoşînek sed salî de du perçeyên Kurdistanê ji bin dargirkeriyê hatin derxistin. Rojava perçeyê herî biçûk ê Kurdistanê bû. Bi berxwedan û polîtîkayên pir alî û aqilane. Rojava di nav çend salan de derfetên mezin ji gelê kurd û Kurdistanê re afirandin. Em dê pêşeroja wê bişopînin.
Perçeyê din Başûr e. Ev 25 sal e xwe bi xwe rêve dibe. Gelek hêviyên gelê kurd ji Başûr hebûn û hê jî hene. Gelê kurd li bendê bû ku derfetên li Başûr derketin holê ji bo perçeyên din jî bên bikar anîn. Lê mixabin ev yek pêk nehat. Berî her tiştî Başûr di nav 25 salan de artêşeke ku Kurdistanê biparêze ava nekir. Pêşmerge wekî artêşek modern nehat organîzekirin. Tu carî eleqe û mafê pêşmerge heq dikir ji hêla rêveberiyê ve nehat nîşan dan.
Di encama vê polîtîkayê de piştî êrîşên DAIŞ’ê yên 2014’an li ser Başûr derket holê ku pêşmerge di rewşa bikaribe welat biparêze de nîn e. Derfetên aborî yên Kurdistanê teva ji bo berjewendiyên keseyî û malbatî hatine bikar anîn. Pêşmerge, parastin û civak hatine îhmalkirin.
Di nav 25 salan de li Başûr pergalek demokratîk jî nehat ava kirin. Ev du sal e mijara hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê tê nîqaş kirin. Niha Serokê Herêma Kurdistanê tune ye. Birêz Mesût Barzanî wekî Serokê Giştî yê PDK’ê vî karî fîîlî dimeşîne. Li welatekî piçek demokrasî lê hebe jî ev rewş wekî ‘DARBE’ tê nirxandin. Lê mixabin PDK ji bo desthilatdarî bi partiyên din re parveneke vê sûîkast û darbeya li hemberî demokrasiyê wekî tiştek normal nîşan dide û didomîne.
Ev polîtîkaya PDK’ê darbeyek mezin li prestîj û rêzdariya Herêma Kurdistanê xist. Welatên pêşketî yên cîhanê her ku diçe hêviya xwe ya li hemberî Başûr winda dikin. Ev gelek deriyan li pêşiya kurdan digire û derfetên ketine destê kurdan heba dike. Ji ber ku berî her tiştî divê kurd rêzê ji pergal û hiqûqa xwe re bigirin. Ku em rêzê ji hiqûqa xwe re negirin, em nikarin ji kesî bixwazin ku ji hiqûqa me re rêz bigirin. Lê li Başûr niha serokê parlementoyê bi zora çekê hatiye qewirandin. Destûr nayên dayîn bikeve Hewlêrê. Serokatiya herêmê bi zora çekê hatiye zeft kirin. Derbarê serokê partiya muhalefetê Nûşîrvan Mistefa de li ser daxwaza PDK’ê biryara girtinê hate dayîn. Hiqûq wekî li Tirkiyeyê wekî alava tasfiyekirina muhalefetê tê bikar anîn.
Qeyrana di warê aborî, perwerdehî û civakî de didome. Ev têrê nake PDK bi Tirkiyeyê re bi navê ENSK’ê êrîşî Rojava dike û ambargoyê datînin ser gelê kurd. Li Rihayê li dijî Rojava biryara şerê çekdarî digirin. Li Helebê heman çete êrîşê sivîlên kurd dikin. Di demeke cîhan heyranî têkoşîna jinên kurd mayî de PDK xebatên tevgera jinan REPAK’ê qedexe dike. PDK bîl cumle li dijî hemû sazî, kesayet û tevgerên kurd şerek daye destpê kirin. Ev bi taybetî pêşeroja Başûr û bi giştî pêşeroja Kurdistanê tarî dike. Mîmariya vê polîtîkayê jî AKP û Qesr dike. PDK van kirinên xwe jî bi gotina ‘serxwebûnê’ diveşêre.
Divê hemû kurd li hemberî vê talûkeya mezin hişyar bin û ji bo parastina Federasyona Başûr, berjewendiyên Kurdistanê berteka xwe bînin ziman.
22.06.2016, Azadiya Welat