Amed
Navenda Ciwanan a Çandê ya Cegerxwîn a ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê wê bi şahiyeke sê rojan dest bi xebata xwe bike.
Navenda wê 9’ê vê mehê vebe û çalakiyê ji bo vekirina navendê wê heta 11’ê mehê bidomin.
Di vekirana navendê de wê gotûbêj, konser û lîstikên şanoyê bêne pêşkêşkirin, li fîlman bêne temaşekirin.
Piştî merasima vekirina navendê wê paneleke bi mijara ‘Jiyana Cegerxwîn û Tevkariyên Wî yên Ji Bo Wêjeya Kurdî’ li dar bikeve û dûre jî wê dûdikvanê navdar Egîdê Cimo, dengbêj Feyzoyê Rizo û Dengbêj Evdî kilamên xwe pêşkêşî temaşevanan bikin.
Di roja 11’ê avrêlê de jî, li Park Ormanê, bi beşdariya hunermend Bulent Turan, Koma Pel, Şîlan, Mehmet Atli konsereke li dar bikeve. Di heman rojê de, bi şev wê lîstika şanoyê ya bi navê ‘Evîna Gul û Masî’ bê pêşkêşkirin.
Di navbera rojên 10-14’ê mehê de, wê fîlmê Behmen Qubadî ‘Kes qala pisîkên Îranê nake’, belgefîlmê Kazim Oz ‘Şewaqan’ û fîlmê Binevşa Narîn ‘Melekê Tawis’ bêne nîşandayîn.
Navenda Ciwanan a Çandê ya Cegerxwîn di sala 2007’an dest bi çêkirina wê hate kirin. Piştî ku temam bû Şaredariya Kayapinarê nave Cegerxwîn li navendê kir lê Qeymeqamiya Kayapinarê di 1’ê rezbera 2009’an de ev nav nepejirand û qedexe kir. Li ser vê Meclisa Şaredariyê di civîna xwe de dîsa biryara heman navî da. Lê cara duyem jî, qaymeqamiyê biryara Meclisê nepejirand û li ser vê yekê, Meclisê li Dadgeha Îdarî ya Amedê de doz vekir û doza nav hê didome. Digel vê yekê jî navend wê bi navê Cegerxwîn vebe.