Diyarname
Kovara sê mehane Nûbihar bi hejmara xwe ya nû ya payîza 2022’yan li pêşberî xwendevanan e.
Kovara ku ev 30 sal in derdikeve ji bo payîza 2022’yan hejmara xwe ya 161’ê pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa edîtor de bal kişandiye ser zehmetiyên weşangeriya kurdî û gotiye, “Weşangeriya kudî rewşa wê malûm e, aborî ye, kêmbûna xwendin û nivîsandinê ye û şert û îmkanên me ne, ev tişt tev jî dest û piyên me girê didin. Di van şertan de mirov çiqas dikare bi ser bikeve? Hêvîdar im ev jimar bi dilê we be.”
Ji nivîsên vê hejmarê lêkolîner Rohat Alakom berê xwe daye wêneyên Elî Eşref Begê û ew şirove kirine. Abdurrahman Adak jî bi navê “Maceraya Xulaseê Eqaîda Seyîd Ebdullahê Nehrî” nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Zana Şaybak bi sernavê “Qesîdebêjî û Dengbêjî” nivîsek nivîsiye û dibêje, “Ciyawaziya bihgehîn ya qesîdebêjî û dengbêjiyê ev e ku dengbêjî pişta xwe dide çanda devkî, qesîdebêjî pişta xwe dide çanda nivîskî… Qesîdebêjî wekî formeke dengbêjiyê hatiye îcrakirin. Qesîdebêjî bi armanc, vegotin û îcrakirina xwe ve ji stranbêjiyê cudatir e. Lê belê her du jî behsa hest û hişmendiya mirov û mirovahiyê dikin û qesîdebêjiyê jî wekî amûrekî jiyanê di navenda heyatê de ji xwe re cihek peyda kiriye.”
Di vê hejmarê de Muaz Çetin ligel nivîskar Yaqûb Karademîr hevpeyvînek çêkiriye.
Ji bilî van Abdullah Can, Sabrî Akbel, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroglu Karak, Omer Uluçay, Murad Pola, Felat Dilgeş, Ebru Yilmaz, Lokman Polat, Dilazad A.R.T, Mehmet Emin Cirik, Memed Çagdavul, Hanifi Taşkin, M. Zana Karak bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Her wiha di vê hejmarê de helbestên van kesan hatine weşandin: Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabrî Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sitki Taranci, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arîf, Rêzan Diljen, Şaban Şenateş, Mela Muhemmed Gulnar, Raif Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa, Azad Rêbiwar.
Ji bo têkilî:
0212 519 00 09
info@nubihar.com