Diyarname
Di fînala Kûpaya Konfederasyonê de Amerîkayê Brezîlya hejand lê nekarî pişta wê bide erdê: Şampiyon bû Brezîlya.
Maça fînalê ya Kûpaya Konfederasyonê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerekîyê (DYA) û Brezîlyaye de li dar ket.
DYA di fûtbolê de zêde ne serketî bû heta niha û yekem car derdiket fînalê. Ev yek ji aliyê rexnegirên fûtbolê ve wekî serketineke hate nirxandin.
Di beşa yekem a maçê de Dempsey C. (dq 10) û Donovan L. (dq 27) gol avêt û DYA 2-0 derxist pêş. Beşa yekem a maçê bi vî awayî bi dawî bû. Di beşa diduyan de vê carê dora golan a Brezîlyayê bû. Hê di deqîqeya yekem a beşa diduyan de Luis Fabiano li ser navê Brezîlyayê gol avêt û maç bû 2-1. Dûre di deqîqeya 74'an Luis Fabiano maç kir wek hev: 2-2. Û gotina dawî di deqîqeya 84'an de ji Lucio ve hate gotin.
Bi vê serketinê Brezîlya bû şampiyonê Kûpaya Konfederasyonê. Bû sê caran Brezîlya di vê kûpayê de dibe şampiyon û kûpayê dibe mala xwe. Berî maçê di rêzeya dinyayê de Brezîlya di rêza 5'an de bû û bi vê serketinê herhal dê derkeve rêza pêncan.
Kûpaya Konfederasyonê wekî antremana Kûpaya Cîhanê tê hesibandin. Kûpaya Cîhanê ya 2010'an dê sala pêşiya me li dar bikeve. Di Kûpaya Cîhanê de jî heta niha Brezîlya 5 caran bûye şampiyon.
Wekî notek: Maça sêyemînî ya Kûpaya Konfederasyonê di navbera Spanya û Afrîkaya Başûr de li dar ket. Spanyayê bi 3-2 maç bi dest xistin û bû sêyemîn, Afrîkaya Başûr jî di çaremînî de ma.