Amadekar: Cemil Oguz
Tûrnûvaya UEFA 2016'an 10'ê vê mehê dest pê dike. Heta 10'ê tîrmehê dê bidome. 24 tîm di 6 koman de tên hemberî hev.
Tîm çawa hatin heta vir, kîjan lîstikvan derket pêş, kîjan dê rekorê bikişîne, çîrokek çawa ya teknîk dîrektoran heye, kîjan tîm yekem car beşdarî tûrnûvayê dibe? Û gelek pirsên din...
Vane hin notên li ser van xalan...
Rewşa tîman
- Ji tîmên beşdar dibin, tîma neteweyî ya Îzlandayê di dîroka xwe de yekemîn car beşdarî tûrnûvayê dibe.
- Arnavûtlûk jî yekemîn car beşdarî tûrnûvayê dibe. Ew di Koma I de piştî Portekîzê bû duyemîn û hat heta vir.
- Slovakya wekî dewletek serbixwe yekem car beşdarî vê tûrnûvayê dibe. Ewberê tenê carek beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2010'an bûbû.
- Galler jî, Îrlandaya Bakur jî yekem car beşdarî vê tûrnûvayê dibin.
- Ûkrayna duyemîn car e beşdar dibe. Lê ger em mazûvaniya wê ya 2012'yan a ji bo vê tûrnûvayê jê derxist ew jî dibe yekem car ku beşdar dibe.
- Spanya ku şampiyona dawî ew e tekane tîm e ku du caran ser hev de (2008, 2012) bûye şampiyon.
- Îngilistan tekane tîm e ku lîstikvanên tîma wê ya neteweyî hemû di tîmên Îngilistanê de dilîzin.
- Ji tîman Avusturya ji bilî qeleparêz Robert Almer hemû lîstikvanên wê li derveyî welat di tîman de dilîzin ku piranî li Almanyayê (ji 23 lîstikvanan 13 li Almanyayê) ne.
- Almanya 12 caran e beşdarî Şampiyoniya Ewropayê dibe ku tîma ku herî zêde beşdar bûye. Piştî wê Rusya bi 11 caran tê.
Serketinên bêtêkçûn
- Îtalya, Avûsturya, Îngilistan û Romanya di maçên koman de bêyî têk herin karîn heta vir werin.
- Îtalya di dîroka Şampiyoniya Ewropa de ew tîm e ku herî zêde bi reqîbên xwe re wekhev maye (15 caran). Di heman demê de herî zêde maçên wê bi 0-0 bi dawî bûne (8 caran).
- Îngilistan di çar tûrnûvayan de bi penaltiyan têk çûye û xatir xwestiye (sala 1996, 2004, 2012).
- Îngilistan di maçên hevtêkibirinê yên ji bo tûrnûvaya 2016'an de tekane tîm e ku di hemû maçên xwe de bi ser ketiye (10 maçan de 10 serketin).
Herî zêde gol xwarin û gol avêtin
- Polanyayê di 10 maçên hevtêkibirinê de 33 gol avêtine ku bi vê yekê bûye tîma ku herî zêde golan diavêje. Piştî wê Îngilistan bi 31 golan tê.
- Komara Çek di maçên hevtêkbirinê de 14 gol xwarin ku di nav tîmên karîn beşdarî tûrnûvayê bibin de ev hejmara herî mezin e.
- Spanya di Şampiyoniya Ewropayê de ev 510 deqîqe ne ku golan naxwe. Ev rêzeyek e ku di dîroka tûrnûvayê de maweya herî dirêj e, yanê rekor di destê Spanyayê de ye.
Teknîk dîrektor
Teknîk Dîrektorê Spanyayê Vicente Del Bosque di Kûpaya Cîhanê ya 2010'an, Euro 2012 û Kûpaya Cîhanê ya 2014'an de li ser kar bû û niha çaremîn car wekî teknîk dîrektor beşdarî tûrnûvayek mezin dibe. Del Bosque, di herduyên pêşî de kûpa bi dest xistibû.
- Ji teknîk dîrektorên niha di vê tûrnûvayê de dê li ser kar bin yê Almanyayê Joachim Low ji sala 2006'an, Del Bosque ji sala 2008'an ve û teknîk dîrektorê Swêdê Hamren ji sala 2009’an ve li ser kar e. Yên tîmên din ji van nûtir in.
- Didier Deschamps di sala 2000'î de wekî kaptanê Fransayê dilîst û Fransa bûbû şampiyon, niha wekî teknîk dîrektor li ser kar e. Di Kûpaya Cîhanê ya sala 2014'an de vî teknîk dîrektorî karî Fransayê heta çarîk fînalê bibe.
- Roy Hodgson ligel Îngilistanê dê îmzeya xwe biavêje rekorek din: Hodgson wekî teknîk dîrektorê herî extiyar (69 salî ye) beşdarî tûrnûvayê dibe.
- Teknîk Dîrektorê Rusyayê Leonid Slutsky di vê tûrnûvayê de teknîk dîrektorê herî ciwan (44 salî) e.
Notên li ser lîstikvanan
- Ronaldo û Zlatan Ibrahimovic di vê tûrnûvayê de gol biavêjin dê bibin yekemîn lîstikvan ku di çar tûrnûvayên Şampiyoniya Ewropayê de gol diavêjin.
- Di maçên hevtêkibirinê de Robert Lewandowski 13 gol avêtin (yê herî zêde gol avêtin), piştî wî Zlatan Ibrahimovic bi 11 golan tê.
- Îbrahîmovîç di tûrnûvayên Şampiyona Ewropayê de 6 gol avêtine ger sê golên din jî biavêje dê bigihîje Michel Platini.
- Di dîroka vê şampiyoniyê de Iker Casillas’tan 14 caran forma bi dest xistiye ku piştî Lilian Thuram û Edwin van der Sar (16 caran) tê. Her du qeleparêz di vê tûrnûvayê de nîn in. Ger Casillas di du maçên din de jî bilîze dê rekora wan bişkîne.
- Her wiha Casillas ew kes e ku herî zêde di demek dirêj e gol nexwariye.