Diyarname
Di panela 'Sê cih, sê ziman û nivîskarek' de Helîm Yûsiv serboriya nivîskariya xwe ya bi sê zimanan rû bi rû bûye kir.
Di çarçoveya 2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê de Helîm Yûsiv bi amadekariya Weşanên Peywendê di panelê de axivî. Panel ji aliyê xwediyê kovara Kurt Tarîhî û Weşanên Peywendê Davut Ozalp ve hat bi rê ve birin.
Vane ji axaftina Helîm Yûsiv çend not:
- Ezê qala sê qonaxan bikim, bajarê lê çêbûm Amûdê, zimanê kurdî û qonaxa destpêkê. Ya diduyan Heleb ku cihê xwendina zanîngehê ku erebî lê bû. Û xala sêyem jî çûyîna Ewropayê.
- Piraniya kesên ji Hawarê û tevgera wê demê ji Bakur bûn. Dûre yên ku me li Rojava nivîsandin berhemên me li Bakur derketin. Bavê min ji Bakur bû, ez li Amûdê hatime dinê û em ji wir xwe dihesibînin. Dê û bavê min heta mirin jî peyvek ne tirkî, erebî zanîn qedexeya ziman jî nekarî wan ji ziman qut bike.
- Li Tirkiyeyê çawa rê li ber tirkî vekirin ji bo kurdan, li Sûriyê jî rê li ber erebî vekirin ku mirov ber bi wir biçin. Di rewşek wisa de sê cure nivîskar çêbûn, yên bi erebî dinivîsin, erebî û kirdî, yên bi kurdî dinivîsin. Lê her ber bi erebî ve kişandin, xwendin wekî nasnameya Sûrî li wan bikin, kurdan bê nasname bihêlin. Ez jî yek ji wan bûm min jî li kêleka erebî bi kurdî jî dinivîsand. Digotin 'madem wêje ye ne hewceyê ziman e, em wêjeyê dikin'. Min jî wisa dest pê kir lê ev şaş bû, ziman di wêjeyê de girîng e.
- Van salên dawiyê yên bi erebî dinivîsandin ji aliyê kurdî bêhtir li kêleka Opozîsyona Sûriyê cih girtin, li kêleka tevgera kurdî ya Sûriyê negirtin. Mesele ne tenê ziman eleqe bi bîr, bi însan jî heye. Zimanê tu pê dinivîsî dibe rihê te jî.
- Çend mînakên awarte ne têde yên bêhtir bi kurdî dinivîsandin li aliyek man, yên bi erebî dinivîsandin li aliyê din man.
- Berî ez herim Ewropayê ez difikirîm ku li wir derfetên ji bo nivîsandinê bêhtir in lê min dît ne wisa ye û ev xeyalê min têk çû. Ez wisa difikirîm kesek 30 sal li Stockholmê dimîne çima tenê li ser gundê xwe dinivîse, çima ne li ser jiyana wir, bila li ser gundê xwe binivîse pirtûkek li ser wir jî. Vê yekê kir ez Auslander Beg û Morî binivîsim.
- Partiyên siyasî li Rojava zimanê kurdî nekirin zimanê siyasetê, bi erebî siyaset kirin, heta van demên dawî jî rewş ev bû..
- Di wêjeya kurdî de berhemên mirov bide ber berhemên dinyayê hene lê jêre xwedîderketin divê. Heta dewletek kurdan çênebe pêşketinek gelek mezin ez hêvî nakim. Lê dîsa jî di wêjeya kurdî de ez hêviyek, geşedanek dibînim.
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeyên eleqedar:
- 3 nivîskarên me beşdarî 3 gotûbêjan dibin
- Fûara Kitaban ya Amedî ya diyinan dest pa kerd