Diyarname
Îro Komcivîna Giştî ya Awarte ya DSP'ê li dar ket û komcivînê de Masum Turker bi 431 dengan bû serokê nû yê DSP'ê.
Piştî hilbijartinê Serokê Giştî yê DSP'ê Zeki Sezer îstîfa kiribû. Li ser vê DSP'ê îro komcivîna xwe ya awarte li dar xist. Di komcivîna ku Musa Abay, Tayfun İçli, Sait Kekeç, Zeki Sezer, Masum Turker û Alemdar Yalçin bûbûn berendamên serokatiyê sê tûr dengdayîn pêk hat.
Di tûra sêyem de 837 delegeyî dengên xwe bikar anîn. Ji van Musa Abay 2, Tayfun İçli 4, Sait Kekeç 2, Zeki Sezer 375, Masum Turker 431, Alemdar Yalçin 20 deng girt û di encamê de Masur Turker bû serokê nû yê DSP'ê.
DSP ku wekî partiya Ecevîtan tê nasîn, Rahşan Ecevît piştgirî dida Alemdar Yalçin lê Yalçin encax 20 deng girt.
Masum Turken kî ye?
Serokê DSP'ê yê nû Masum Turker di sala 1951'ê de li Mêrdinê hatiye dinê. Wî Zanîngeha Stenbolê xwendiye. Turken ku rojnamegerî jî kiriye, demekê Gerînendetiya Weşanê ya Kovara Nokta kiriye. Turker ku ji Stenbolê bûbû mebûs, di hikumeta 57'an de Wezîrê Aboriyê bû.