logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

RÛREŞIYA DIRAV

Di ser jiyana min re pêncî û pênc sal derbas bûbûn. Min navê wî sedhezar caran bihîstibû. Lewra mirovan bi dilekî şad ge

  • Dîrok: 16/04/2009
  • Beş: Serbest

Xizan Şîlan

Di ser jiyana min re pêncî û pênc sal derbas bûbûn. Min navê wî sedhezar caran bihîstibû. Lewra mirovan bi dilekî şad gelek caran ji min re qala wî dikirin. Lê min nedizanî ka ew çi mehlûqat bû? Min bi dil û can dixwest ku nêzikî wî bibim, bibînim, nas bikim û di der heqê wî de agahdar bibim. Lê ew tim û tim ji min dûr bû. Wekî ku ji min xeyidîbû an jî nediwêrî nêzikî min bibe û her dem berê xwe dida çol û beyaran û bi gavên lezok ji ber min direviya. Roj, meh, sal û demsal mîna ava lehiyan di jana henasa awirên min yên xemgîn de melûl melûl diherikîn. Her roj di êş û kesera sînga xwe de kal û pîr dibûm û temenê wêran li min kin dibû.
Rojeke biharê û danê êvarê li ber siya dareke stûxwar û piştxûz rûniştibûm û min pişta xwe jî spartibû dara piştxûz. Wekî her demê min dîsa bi ramanên xwe yên tevlihevbûyî û bi laneta bîranînên zaroktiya xwe ve di deryaya xem û xeyalên bêbinî de avjenî dikir. Bayekî hênik û nermik rûyê min mizdida. Ji dûr ve tiştek jî li ber ba diket û ber bi min ve dihat. Min çavên xwe berdabûn wî tiştî. Ew nêzikî min bû û li ber çavên min bi bayê nermik re hêdî hêdî difirî û di ber min re derbas dibû, diçû? Min hema hêz da xwe û rabûm ser piyan. Min xwe da pê û gihîştim wî, min pê girt heyna û kir nav lepên xwe û lê mêze dikir. Kaxizek bû, wêneyeke mirov û nivîsa reqeman jî li ser hebû. Qey te digot laşê wî ji tirsan di nav lepê min de diricife. Di navbera awirên min yên mereqdar de, piştî demekê ziman kete devê wî û bi hêrs got; “Min ji nav lepên xwe berde, dê ez ê bi rêya xwe de biçim.”
Min got; “Ez te ji destê xwe bernadim. Ew qas sal li ser temenê min derbas bûn, min tu ne dît û ne jî naskir. Ez bi dil û can dixwazim te binasim.”
Min ew razî kir û da ber xwe û dest bi pirsan kir.
- Ji kerema xwe tu dikarî xwe bi min bidî naskirin, ma tu kî yî?
Got; “Ser serê û ser çavan.”
- Navê te bi xêr?
- Dirav e
- Tu ji ku derê yî?
- Ez ji Dinyayê têm.
- Kengî tu ji dayika xwe bûyî?
- Dayika min nîn e.
- Ma tu çawa hatî dinê?
- Mirovan ez afirandim.
- Kengî tu bi destê mirovan hatî afirandin?
- Dema ku mirovan bi hev re dest bi danûstandinê kirin.
- Tu ji mirovan hez dikî?
- Got; Na, na…
- Gelo mirov ji te hez dikin?
Bi rûkenî bersiva min da û got; “Gelek.”
- Çima ew qas pir ji te hez dikin?
- Ez dilê wan şad dikim.
- Ma tu her dem dilê wan şad dikî?
Got; Na, na…
- Çima tu dîsa dibêjî na, na?
- Ez carnan kêfxweşî û şadiya rojan li wan diherimînim, bi salan jiyanê li wan dijehrînim û xewa şevan li wan direvînim. Li bejna bihara wan a rengîn û bêhnxweş bablîsoka seqema zivistanan dipêçim. Di henasa gewriya wan de bîra êş û tirsa demsalên kambax dikolim. Nefreta xweliya toz û dûmanan li ser gora wan dibarînim.
Min bi zimanekî nerm pirsa xwe dubare kir û got; “Çima tu bîra êş û tirsê di dilê mirovan de dikolî?”
Wî jî bi dengekî bilind û ji xwe bawer bes got; “Ev karê min e.”
- Tu cil û bergan jî li xwe dikî?
Got; “Belê…”
- Tu kîjan rengê cil û bergan li xwe dikî?
- Ez bi hezaran rengê cil û bergan li xwe dikim û dikevim her rengê û qaliban.
- Ma tu çawa fêrî wan reng û qaliban bûyî?
- Ji mirovên bêşeref, bênemûs û derewîn.
- Tu jî derewan dikî?
- Bi hezaran rengî derewan dikim.
- Tu di jiyana xwe de qet qenciyê nakî û rastiyê nabêjî?
- Girêdayî berjewendiyên min ên li ser cîhanê ne.
- Li min bibore, te gotibû kar… Ey Dirav, karê te yê li ser cîhanê çi ye? Meraq dikim ka tu çi karî dikî? Tu dikarî ji min re bi aweyekî aşkere şirove bikî?
Got; “Ser serê û ser çavan.”
- Mirov te bikartînin an tu mirovan bikartînî?
Bi awirên xwe yên zexelane li nava çavên min nêrî û got; “Ez mirovan bikartînim.”
- Ma çawa dibe, mirov ji bo ku te bikarbînin te afirandine, ne wisa ye?
- Belê, lê mirovan ez rasterast bikar ne anîme, îro jî ez wan di rêyeke nerast de bikartînim.
- Qesta te ji rêyeke ne rast çi ye?
- Carnan ji bo kuştin û xwînrijandina kesên feqîr û belengaz û talankirina welatên azadîxwaz, mirovan di rêya xirabiya hilberînên tang û top, tifing û bombeyên jehrê de bikartînim.
- Gelo rûmet hurmeta te ji mirovan re heye?
- Qet tune ye… Ez exlaq, şexsiyet, qedr û qîmeta wan dixim bin lingên xwe û bi salan diperçiqînim.
- Lê rûmet û hurmeta wan ji te re heye, ma tu çima heqaret û qeleşiyê li wan dikî?
- Min ji te re qalkiribû, ez ne diravekî rast û durist im. Di saya mirovan de ez dikevim her rengî û qalibî.
- Lê ji bo mirovahiyê qet ne baş e?
Got; “Karê min yê li ser dinê ev e.”
- Ey Diravê rûreş, tu carnan dilê mirovan şa dikî, lê pirî caran jî neheqiyê, pîsitiyê û dijitiyê li mirovan dikî, ma tu çima hatî dinê?
- Ma gunehê min çi ye? Mirovan ez afirandim, here ji wan bipirse!
- Wekî din tu çi dikî? Hinekê ji min re behsa tiştên ku ez nizanim bikî, dê baş bibe!
- Ma tu çima ewqas tiştan ji min dipirsî?
- Ez dixwazim te hê baştir binasim.
- Ma tu ne mirov î?
- Belê ez mirov im.
- Te ez afirandim, divê tu min baş nas bikî.
- Ez bi serê gora kal û pîrên xwe sond dixwim, min tu ne dîti ye û ne jî naskiri ye. Min bes nav û dengê te bihîsti ye.
- Pir spas dikim ku te nav û dengê min bihîstî ye.
Min di wê navberê de cixarek vêxist û bi kişandina hilma cixarê re got; “Lê ez qet tu spasiyan ji te re nakim ey Diravê rûreş.”
Wî jî got; “Ez gelek li te bi hêrsbûm. Çima tu ji min re dibêjî “Rûreş”? Dê min ê li vir tu yê bikuşta û parçe parçe bikira û goştê laşê te jî bida ber diranên rovî û çeqelan. Lê pir mixabe ku ez bi tena serê xwe me.”
- Çima, tu bi tena serê xwe nikarî min bikujî?
Got; “Na, na… Piştbazî û hevparên min ne li derdora min in.”
- Hevparên te kî ne?
- Sermaye ye.
- Tu dikarî wateya sermayeyê ji min re bibêjî?
- Sermaye, ji diravên wekî min pêkhati ye. Em şirîkê hevûdu ne, eger yek ji me ji teqetê bikeve û nema bikaribe karê xwe yê mêtinî û kedxwariyê li ser û bin axê bidomîne, xwîna rayên cane mirovan bimijîne, hema em radibin û bi yek armanceke herî bingehîn xwe digêhêjnin hevûdu û bi hev re -yekeniyê- ava dikin. Navê me yê li ser rûyê dinyayê -YSNN- ye.
- Wateya wê çi ye?
- Yekîtiya sermaye ya navnetewan e.
- Tu li ku derê dihewî û li ku derê jiyana xwe berdewam dikî?
Wî serê xwe çep û rast zivirand, li jêr û jor temaşe kir û got; ”Li her derê.”
- Gelo qesta te ji her derê çi ye?
- Ez carnan jiyaneke xweş û geş li mirovan dibexşînim û di hîqehîqa kenê rûyê wan de stêrkên asîmanê diçirisînim û li nav xewn û xeyalan dilşad dikim. Lê carnan jî şewqa çira odeya malbatan vedimirînim, rondikan ji çavên dayikan dibarînim, porê serê wan dirûçkînim, dil û kezebê li wan dipertilînim, dayik û bavan ji hevûdu vediqedînim, kor û felc dikim û jiyanê li wan diherimînim. Azadiya mirovan bi zorê, bi tade û lêdanan ji destê wan digirim, bi salan dikim zîndanan, qeyd û bendê li lingên wan dixim û di ber êşkenceyan re derbas dikim û dikujim.
- Eger mirov an jî welatek azad bibe û di xweşî, rihetî û aramiyê de bimîne û bijî, ma kêfa te jê re naye, ma dilê te pê şa nabe?
Got; “Na, na…”
- Çima tu dîsa dibêjî na.. na..?
- Ez xêrnexwaz im, bes berjewendiyên xwe diparêzim.
- Ma ew xêrnexwazî, tu ji kê fêr bûyî?
- Ji mirovên çavsor û zikreş fêr bûm.
Min got; “Tu ji bo dergûş, zarok, xort û ciwanan çi difikirî?”
- Ez dergûşên ku hê ji dayika xwe nebûne, ligel dayikan di malzaroka wan de difetisînim. Keç, bûk, jin û xortên ciwan li ber kendal û dîwaran tazî, birçî û sêwî dihêlim û pişt re laşê wan pêşkêşî firotina xirabiyê dikim.
- Tu ji polîtikayê fam dikî?
Mirûzê xwe tirş kir û got; ”Ma tu çi pirsên wisa tamsarkî dipirsî?”
- Ango bi pirsgirêkên mirovan û welatan jî mijûl dibî?
- Ew her tim karê min e.
- Tu karê xwe çawa bi rê ve dibî?
- Ez karê xwe di rêya dek û dolaban de dimeşînim.
- Tu dikarî wateya vê piçekê şirovekî?
- Ez hinek kesan dikim serok û serokwezîr. Wan mîna axa û began li ser textê koşk û qonaxan bi xwedî dikim. Hinek kesan jî dikim parsek û li kolanên bêxwedî di perîşaniyê de derbeder digerînim. Saziyên dadgehan, qanûnên mirinê, girtîgeh û êşkencexaneyan ava dikim. Di van sazî û dezgehan de mirovên zilimkar, mêrkuj û Celadan bikartînim. Bi destê Celadan giyanê mirovên bêtawan, bêguneh jê dikişînim û bi zor û kotekê êrîş dibim ser gelên azadîxwaz.
- Karê te yê di navbera dewletan de çawa ye?
- Karê min fesadî, fitnekarî û xêrnexwazî ye.
- Armanca te ji fesadî û fitnekarî çi ye?
- Dema ku ez bikevim tengasiyê û qels bibim, ji taqetê bikevim, hema radibim ser xwe û bi hêzekî zikreş dikevim navbera dewletan, berdidim hev, şer û fesadiyê derdixim. Di devê tifingan de dibim gulle û di mêjiyê  mirovahiyê de diçim xwarê. Di kezeba wan de kul û birînan vedikim, di eşq û hezkirina dilê wan de şûrê serdemên hovane dadiçikînim û giyanê bextewariya şev û rojên wan talan û wêrane dikim. Dibim bombe û li ser gund û bajaran agirê jehrê dibarînim û ji holê radikim. Bi sedan salan xwîna gelên xizan û belengaz dimijim û pêşkêşî kedxwaran dikim.
- Tu ew qas malê dinyayê dixwî û xwîna mirovan dimijî, ma tu qet têr nabî?
Got; “Ji mirovên ku çavbirçî û çilekiyê dikin bipirse!”
- Navbera te û rewşenbîran çawa ye?
- Qet kêfa min ji wan re nayê.
- Çima kêfa te ji wan re naye?
- Çi dek û dolab, derew, dizî, xapandin, nakokî, fêlbazî û xêrnexwaziyên min hebin, hema rewşenbîr radibin tiştên min yên veşartî derdixin holê û aşkere dikin. Min rexne û sûçdar dikin û di derbarê hemû xirabiyên min de, ji gelên cîhanê re daxuyaniyan didin. Qedr û qîmet û rûmeta min li ber çavên xelk û alemê rezil û kepaze dikin.
- Ma ev kar ji bo rewşenbîran ne vatiniyeke herî pîroz e?
- Lê vatiniyeke li dijî berjewendiyên min e.
- Gelo tu belayek çawa tênî serê ronakbîran?
- Di çarenûsa wan de dilopên xwîna diniqutînim ser sînga pêşeroja jiyana wan. Nivisandin û çapkirina pirtûk, kovar û rojnameyan û zimanê wan qedexe dikim. Çapxaneyan jî hildiweşînim û di xezeba xwe de dişewitînim. Nivîskarên wan jî dîl digrim û di zîndanan de guhên wan lê ker dikim, çavên wan lê kor dikim û heta ku mêjî û raman li wan reş û rêş bibe di ber êşkenceya feleqeyê re derbas dikim.
Li ser piyan çokên min qerîmî bûn, westiya bûm. Min pişta xwe dîsa spart dara piştxûz û rûniştim û min ji wî pirseke din kir û got; “Navbera te û xwedê çawa ye?”
Bi awirên matmayî li derûdora xwe û li min nêrî û got; “Ka ji min re bêje lo, ew kî ye?”
Min got; Yê ku roj, av, hewa, mirovahî, cîhan, stêrk, asîman û gerdûn afirandî ye… Yê ku jiyana hemû mehlûqetan û sîstema rojê bi rê ve dibe… Yê ku bi hezaran sal in, mirovahî li ber wî digere û ji wî re duayan dike û li wî diperêsin…  Yê ku dojeh û bihuşt avakirî ye… Yê ku li her derê hazir û nazir e… Ango yê ku xwediyê her tiştî ye…
Wekî ku qerfên xwe bi min bike, kire hîqehîq û keniya û got; “Ey mirovê ehmeq û bêmejî, tu li nav xeyala xewnan dijî û rastiya jiyanê nabînî.” Bi zimanekî tûj berdewam kir û dîsa got; “Yê ku carnan ji derd û kulan re derman dibîne û dilê mirovan kêfxweş dike ez im. Carnan jî di bedena mirovan de yê ku nexweşiyê pêda dike û heta mirinê di keser û nalînan de dihêle ez im. Yê ku aboriya jiyana mirovan û Cîhanê bi rê ve dibe ez im. Yê ku xwedî xweşî û nexweşiyê ez im. Yê ku xwedî çêyî(qencî) û xirabiyê ez im. Yê ku mîna gerokan li her derê digere û bi saya kilîda pereyên destê xwe deriyê bihuştê û dojehê vedike û şun de digire ez im. Ferişte û Ehrîman ez im. Li ser cîhana mirovan her tişt girêdayî min e. Mirovahî nikare bêyî min jiyana xwe bimeşîne. Ango xwedayê hemû mehlûqatên vê cîhanê ez im.   
- Ey Dirav, heta kengî tu yê karê xwe li ser vê cîhanê wisa bi çavnebarî û hesûdiyê bimeşînî?
- Heta ku pirsgirêka berjewendiya xopan di navbera mirov û dewletan de ji holê ranebe… Heta ku aştiyeke rast û dirust ava nebe… Heta ku şerê qirêj bidawî nebe… Heta ku li ser axa cîhanê yek al û yek tixûb pêk nebe…
Piştî demeke dûr û dirêj min hîskir ku bêhna wî ji ber pirsên min lê teng dibê û got; ”Êdî bes e min ji nav lepê xwe berde, heta ku min teşqaleyek ne anîye serê te.” Ez ketibûm nav tariya tirs û gumanan û paşê min ew serbest berda û bi bayê hênik re bejna xwe hejand û destê xwe jî dirêjî min kir û bi gefwarî got; “Bi hêviya ku em rojekê qet pêrgî hevdû nebin, bimîne li nav toz û bahoza pêşeroja ne diyar de.” Û xatirê xwe ji min xwest û di êşa awirên min yên hesretkêş de, li ber çavên min winda bû.

28.08.2008, Stockholm

xizan_silan@hotmail.com

**

Nivîsên Xizan Şîlan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Çûka berbangê
- Şopa zengilê dil
-

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

90 hezar kes bûn mêvanên festîvalê

ad

Em huşbin, dê kî biaxive?

ad

Yûsiv û Aykoç beşdarî çalakiyek hunerî dibin

ad

‘Kurd di mesela ziman de sist in’

ad

Di derbî de Vanspor bi ser ket

ad

Qonaxê Cemîl Paşa veng da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname