logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Çûka berbangê

Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya şeveke ji şevên bêxewiya xopan dil û kez

  • Dîrok: 15/03/2009
  • Beş: Serbest

 

Xizan Şîlan

Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya şeveke ji şevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên jankêş û bîranînên westiyayî nema xew ketibû qalpaxên roniya çavên min yên qerimî. Min bi kûr kûr kişandina hilma cixareya xwe re li balqonê, li rûyê asîmanê temaşe dikir bi awirên vik û vala, piştxûz mîna pîr û kalan. Mij û dûmanekî reş xwe dagirtibû ser daran. Pelên şaxên daran ji tirsan bi xwe de ketibûn. Li ser şaxên darê çûkeke xerîb û bêkes venîştibû. Ji alikî de zikê asîmanê qelişti bû. Wekî ku hêrs û nefreta tofanên serdeman xwe li qirika ewrên bixof pêçabû, barana tirsê dibarî bi dijwarî û dixuşiya mîna maran. Lê çûka li ser şaxên daran, ji serman diricifî û can lê dilerizî, mîna keç û bûka kezî ku ji ber fediyan dibezî û xwe vedişart bi dizî. Bi dengê brûskek erjeng re ji nişke ve veciniqîm. Wekî ku di xweziya xwe de bifetisim sergêj û sermest li derdora bizdonekiya laşê giyanê xwe dizivirîm.
Çûkê! Ez jî îro mîna te bêzar im, gula baxê dilê min çilmisandin, bêcih û bêwar im. Ji min re dibêjin tu çavînî bûyî, ev nezer in! Nizanim çima zimanê min li hev digeriya û peyvên min bi ser hev de werdigeriya? Rondikên tirsa dil, êş û keser, bedbextî û tenetî, sewdaserî, xem û xeyal, axîn û nalîna xewa şevên wêran hevalcêwiyên min in. Ez şevger, tu şeveder.. Ez dilbikeder, tu derbeder.. Ez evîndar û dilbirîndar, tu stûxwar li ser dara spîndar.. Dengê qîjqîja te mîna dengê xweşhevpeyvîna dayikên bermalî. Li nav baxçe û çîçekên xemilî û ji kezebê kûr kûr dinalî. Te stranên xeribiyê yên dilbişewat bi awazên kul û kovanan dilorand li çar alî. Te mîna dengê bilûrvanê keserkêş, tembûrvanê hesretkêş berê xwe dida çol û beyaran, wekî derwêşê gerok diyar diyar digeriyayî. Ji awaza nalînên gewriya te kaniya hunerê diherikî nava derûniya giyanê helbestvan, wênevan û dengbêjan. Di êşa qêrîn û lorîna henasa te de kulîlkên gulistana bihuşta lal û bêdeng ji nû ve bi rengên kesk û sor dixemilîn, dikemilîn û geş dibûn.

Çûkê! Tu çima ji kûrahiya kerba dilê xwe dinalî û te dîsa wîçe wîçe? Wekî feylezofê Alman Friedrich Nietzsche, min jî di ber xwe de niçe niçe, lê nizanim hişê min ku de diçe? Wekî ku ez porê serê xwe yê spî, ji ber êşa birîna kulan û evîna dilan li xwe birûçkînim, te jî bi qêrîn û hawara xwe bêdengiya serê sibê diçirand û refên hechecikan li xwe dicivand.
Çûkê! Derdê te çi ye? Ma zikê çêlikên te birçî ye? Ma tu jî mîna min bêwelat î? Ma tu jî wekî min li jiyana xwe sûvêhat î? Jiyana kolanên welatê xerîbiyê pir zor e. Yê ku nejî nankor e, yê ku nebîne çavkor e. Bêyî ku tu sînoran binasî, te li ser çiyayê Toros, Zagros, Cûdî û Qendîlê dîlana şadî û serbestiyê digerand li asîmanê û li meydanan. Tu bi dilekî şa û azad li taxa bajar û gundan, li havîn û zivistanan, li nav bax û bostanan, li nav daristan û goristanan, li ser pêlên derya û oqyanûsan, di navbera parzemînan de û li ser axa cîhanê welat bi welat difiriyayî.
Çûkê! Te jî mîna Bazê hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser zinaran di tenetiyê de avakiri bû ji qirş û qalşan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê, ma hêlîna te jî wêrane kiribûn mîna mala bûkê? Ez jî mîna te perşikestî û serşikestî me, dilşikestî û milşikestî me. Xêrnexwezan stûna pişta hestên min qelişandin û hêviyên pêşerojê şerpeze kirin. 
Ma kê coş û aramiya te di şewqa asoya berbangan de revandiye? Ma kê ronahiya çira hêlîna çêlikên te di xezeba xwe de tefandiye? Ma kê jiyana te li nav xwîna şerê demên rûreş herimandiye? Ma kê ev tîr û şûrê zengarî di sîngê te de daçikandiye? Ma kê gora te di lîtava dîroka genî de kola ye û laşê te li xiyaneta serdeman bi kefenekî reş pêça ye?
Ma kê…?
Ma kê…?

14.02.2009, Stockholm

xizan_silan@hotmail.com

**

Nivîsên Xizan Şîlan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Şopa zengilê dil
-

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Çîroka Mala Baz' li benda we ye

ad

Diz ketin mala Steve Jobs

ad

Şaşiyên fîlmên dîrokî derketin holê

ad

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

ad

Nivîskariya Li Sirgûnê

ad

Hejmara BDP'yiyên girtî diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname