Diyarname
Hunermendê kurd Mîrê Hêkan li ser hilbijartinên li herêma NRW nameyeke şandiye û dixwaze ku kurd di hilbijartinê de ji bo berendamên kurd dengên xwe bikar bînin.
Li Almanyayê li herêma NRW, roja 09.05.2010’an de hilbijartinek pêk tê. Hilbijartin serê sibê saet 08’an de dest pê dike û heta 18.00’an didome.
Li ser hilbijartinê wênesazê kurd Mîrê Hêkan nameyeke nivîskî şand û xwest ku kurd wê rojê herin dengê xwe ji bo hunermendên kurd bikar bînin.
Mîrê Hêkan di nameya xwe de wisa dibêje; “Namzedên kurd di partiyên alman de –navê partiyan çi be? bila bibe- li hêviya piştgiriya we ne, siyasetmedarên xwe yên kurd bê deng nehêlin, xwedî li xwe û dengê xwe derkevin, û herin ser sindoqên dengdanê. Serkeftin ji namzedên kurd re û ji we hemûyan re.”