Diyarname
Ji bo serdema fûtbolê ya 2020-2012'ê ya Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn pişke hat kişandin. Di serî de Amed Spor, û Van Spor, reqîbên tîmên din ên kurdan jî diyar bûn.
Ji bo diyarkirina koman îro civîna TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) çêbû û pişke hat kişandin. Di Lîga 2'yemîn a TFF'ê de du koma hene, Koma Spî û Koma Sor. Di koma Spî de 20, di Koma Sor de 19 tîm hene.
Lîga 2'yemîn
Di nav Lîga 2'yemîn de du tîmên kurdan ên sereke hene: Amed Spor û Van Spor.
Di encama pişkeyê de Amed Spor ket Koma Spî û di vê komê de ev tîm hene: Afyon, Amed, Anagold 24Erzincan, Ankada Demir, Çorum, Ergene Velimeşe, Gumuşhane, Hacettepe, Hekimoglu Trabzon, Înegol, Kahramanmaraş, Manisa, Nigde Anadolu, Sancaktepe, Sariyer, Şanliurfa, Uşak, Zonguldak Komur.
Van Spor jî ket Koma Sor. Di vê komê de jî ev tîm hene: 1922 Konya, Başkent Akademi, Bayrut Ozel Îdare, Bodrum Belediye, Elazig, Etimesgut Bld, Eyup, Kastamonu, Karacabey Bld, Kirklareil, Kirşehir, Pazar, Pendik, Sakarya, Serik, Sivas Bld, Turgutlu, Van.
Lîga 3'yemîn
Di Lîga 3'yemîn de par 3 kom hebûn, îsal kirine 4 kom. Ji tîmên li bajarên kurdan Diyarbakir Spor, Malatya Yeşilyurt di komên 1'emîn de; Agri 1970 Spor, Mardin Buyukşehir Başak Spor di Koma 2'yemîn de; Batman Petrol, Cîzre, Elazig Karakoçan di koma 3'yemîn de; Adiyaman 1954, Siirt Îl Ozel Îdare Spor jî di Koma 4'emîn de cih girt.
Maçên her du lîgan dê roja 19'ê rezberê dest pê bikin.


