Diyarname
15'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ya ÎF Îstanbulê bi dawî bû. Di festîvalê de çend derhênerên kurd bi fîlmên xwe xelat girtin.
ÎF Îstanbul ku ji 40 welatan 112 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm pêşkêş kir 28'ê mehê bi dawî bû.
Îsal bi giştî 80 hezar kesî li fîlman temaşe kir. Piştî Stenbolê dê di navbera 3-6'ê adarê de li Îzmîr û Enqereyê jî li dar bikeve. Di ÎF Îstanbulê de fîlmên ku di beşên pêşbaziyê de bi ser ketin hatin xelatkirin. Ji wan derhênerên kurd Ali Kemal Çinar (Ji Amedê ye), Gulistan Acet (Ji Batmanê ye) û Yakup Tekingaç (Ji Agirî ye) bi berhemên xwe xelat girtin.
Di ÎF Îstanbulê de ev berhem hatin xelatkirin:
- Beşa Keşîf a Pêşbaziya Navneteweyî:
Yekemîn: Ali Kemal Çinar bi fîlmê "Veşartî" (Tirkiye), Bi Gan bi fîlmê "Kaili Blues" (Çîn)
- Xelata SÎYAD'ê:
Ali Kemal Çinar "Veşartî" (Tirkiye),
- Pêşbaziya "Eşq & Dinyayek Din:
Yekemîn: Bi fîlmê "Lost And Beautiful" (Winda û Xweşik) Pietro Marcello (Îtalya)
Xelata Taybet a Juriyê: "Baglar", derhêner Berke Baş&Melis Birder (Tirkiye)
- Pêşbaziya Temaşevanan a ji bo Kurtefîlman;
Yekemîn: "Azad" (Derhêner Yakup Tekintangaç)
Duyemîn: "Guneh" (Derhêner Gulistan Acet)
Sêyemîn: "Meral, Kizim" (Suheyla Schwenk)
**
Nûçeyên Eleqedar: