Cemil Oguz
Kobanî tar û mar bû lê pêre jî berxwedana gelê kurd bi ser ket û Kobanî ji bo dinyayê bû mînak. Niha berhemên li ser Kobanî têne çêkirin her ku diçe zêde dibin. Heta niha hin belgefîlm li ser berxwedana Kobanî hatibûn kişandin, niha yekê din li wan zêde bû: "Dûr e..."
Belgefîlm ji aliyê Leyla Toprak ve hatiye kişandin. Belgefîlmê bi navê "Dûr e" ê 16 deqîqeyî berê xwe dide Kobanî û pêre jî dide jinên şervan ên YPJ'ê. Reqsvanek di nav tarîtiya şevê de li cihên kavilbûyî direqise û her ku diçe ronî bi ser wê de diçe, ew der dibe ronî. Reqsa reqsvan û reqsa şervanên kurd bi xwe re serketinê tîne. Belgefîlm ji nav Kobaniya wêranbûyî dîmenan pêşkêş dike. Gotinên şervanên YPJ'ê ku dibêjin "Evîna me evînek mezin e" mohra xwe li rewşê dide. Her wiha gotina wan a "Em her direqisin, di dema şer de jî me carinan lê didan, te hew didît em radibûn dîlanê, me stran digot" rewşa morala wan a bi hêviya her serketinê nîşan dide.
Leyla Toprak ku di sala 1980'ê de li Stenbolê hatiye dinê keçikek kurd e û niha li Zanîngeha bîlgiyê li ser Sînema û TV lîsansa xwe ya bilind dike. Toprak di navbera salen 2003-2013'yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê di nav Kolektîfa Dansê ya Mezopotamyayê de kar kiriye, heta niha di gelek projeyan de wekî koreograf, dansger û cîgira derhêner kar kiriye. Wê heta niha "Destmala Sor" (2015) kişandine, di fîlmê "Ode" de jî cîgiriya derhêner kiriye.
Toprak ku belgefîlma wê di çarçoveya 15'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ÎF Îstanbul de hat nîşandayîn, li ser sînemayê xebata xwe didomîne.
Kunye:
Dûr e...
Derhêner û senaryo: LEYLA TOPRAK
Lîstikvan: Bêrîtan, Şîlan K., Şîlan A., Semra Kap (reqsvan)
Sala kişandinê: 2015
16 deqe, bi kurdî
**
Nûçeya eleqedar:
- Fîlmên kurdî di ÎF Îstanbulê de dibin mêvan