Weþana ÎMC TV rawestandin
Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê nameyeke ji bo TURKSAT'ê þand û xwest frekansa ÎMC TV bê betalkirin. Û îro weþan rawestanden.
Dozgerî roja 24'ê vê mehê name ji bo TURKSAT'ê þandiye û wisa gotiye: "Dema li ser rapora pêzanan lêkolîn hate kirin hat dîtin ku ÎMC TV ku bi ser TURKSAT'ê re weþanê dike propogandaya rêxistina terorê PKK/KCK'ê dike."
Lêpirsîna li ser weþanên ÎMC TV yên dema navbera 3 gulana 2015'an û 4'ê rezbera 2015'an, dîsa li ser weþana wan a rojên 6, 13, 14 tîrmehê 2015'an û 6'ê gelawêja 2015'an hatiye kirin û ji van rapor amade kirine.
Û îro saet 15.20 da weþan rawestandin. TUrksat'ê nameyek ji televîzyonê re þand û got ku li ser daxwaza fînansê ew weþanê radiwastînin.
Bi vê dozgerî dixwaze dengê ÎMC TV bibire.
TURKSAT'ê berî weþanên Samanyolu TV, Mehtap TV, Ebru TV û Burç FM jî weþanên 13 kanalên TV û radyo bi îdîaya "Propagandaya rêxistina terorê FETO dike" ji TURKSAT'ê derxistibû. Her wiha dest danîbûn ser þîrketên ku di bin banê Koza Îpek Holdîngê de ne.