Diyarname
Tîma fûtbolê ya Batmanê "Batman Petrolspor" di Lîga 2'yemîn Koma Spî de dilîze. Bi serketina îro re berî lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan şampiyoniya xwe ragihand. Bi vê re Batman Petrolspor sala pêşiya me wê li Lîga 1'emîn bilîze.
Batman Petrolspor îro li Enqereyê bû, ligel Sincan Belediyesporê lîst û bi 3-2 bi ser ket. Bi vê yekê pûanên xwe derxist 79'an û bû şampiyon. Dûre Muglaspor bi 65 pûanan di rêza duyemîn de tê.
Batman Petrolspor cara yekê ye derdikeve Lîga 1'emîn.
TFF'ê peyam belav kir
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) li ser vê peyamek belav kir û şampiyoniya tîmê pîroz kir. TFF'ê got, "Bi sedema derketina Lîga 1'emîn em Serokê Batman Petrolsporê Mehmet Hakan Toy, endamên rêveberiyê, heyeta teknîkê, lîstikvanan û hemû cemaeta Batman Petrolsporê pîroz dikin û di Lîga 1'emîn de ji bo wan serketinê dixwazin.


