Kongreya Neteweyî
LUQMAN GULDIVÊ
Di rewþên duriyanê yên dîrokê de gelek caran behsa yekîtiyê tê kirin. Ji bo Kurdan jî meseleya yekîtiya neteweyî gelekî derdikeve pêþ. Heger Kurd bibin yek wê karibin keysa xwe li van derfetên li pêþiya xwe bînin û bibin xwedî "tiþtek". Ev tiþtek jî her li gorî helwêsta siyasî diguhere: Dewlet, pere, desthilatdarî, xwerêveberî û hwd.
Niha jî pirr behsa wê tê kirin ku ji bo "Kurdan" ev duriyana dîrokî li ber derî ye û yekîtiyek pêwîst e. Di rastiyê de mesele ew e ku aliyên Kurd hemû karibin li ser miþterekeke herî kêm a berjewendiyên "neteweyî" karibin werin cem hev. Ji bo vê jî ya pêwîst platformek yan jî mekanekî sazûman ê siyasî û civakî ye; forma vê ya herî belav û li dinyayê jî hatî tecrûbekirin kongreyeke neteweyî ye.
Ango mesele ne yekîtî ye, lê dijminatiya hev nekirin û li hemberî tehlûke û dijminên "neteweyê" bûna xwedî helwêsteke hevpar e. Jixwe, ya maqûl jî ev e. Lê belê em bela xwe ji tevahiya Kurdistanê vekin, li Baþûrê Kurdistanê bi tenê jî di vê rewþa man û nemanê de aliyên siyasî nabin xwedî helwêsteke hevbeþ, bi ser de jî platforma herî rewa ya desthilateke Kurdî li wir, ango parlemanê betal dikin. Ya rastî, ya divê ne yekîtî ye, lê helwêstên siyasî ne ku karibin platformên biryarên siyasî yên mîna kongre û parlemanan biparêzin û bixebitînin.
Meseleya referandûma serxwebûnê jî bi vê ve elaqedar e. Em aliyê hiqûqa navneteweyî deynin aliyekî jî - min berê behsa wê kiribû ku heta ku bi hikûmeta navendî re li ser mijarê lihevkirinek nebe, ti maneya referandûmê jî nîne di warê navneteweyî de - ji bo rewakirina vê daxwazê yekhelwêsta li platformeke rewa þert e û ev platform jî li Baþûrê Kurdistanê parleman e. Da ku karibe bi þêwrê berfirehiya erdên vê referandûmê diyar bike; gelo bi tenê sê parêzgehên heyî yên Baþûrê Kurdistanê bi tenê yan wê Kerkûk û Þengal li van werin zêdekirin? Ev biryarên heyatî ne di vê meseleyê de û wê di meseleya ewlekariya statuya Kurdan a siberojê de li seranserê Kurdistanê diyarker be.
Lê Kongreya Neteweyî dikare ji vê û wêde jî bi rola xwe rabe; ew dikare hin sînoran deyne li ber hevkariya endamên komgreyê li gel hêzên desthilatdar ên dagirker yan jî dijminê tevahiya Kurdistanê yan jî beþeke Kurdistanê. Bi vî rengî mirov dikare çêtir bi dewra erênî ya kongreyeke bi vî rengî bihise.
Li vir dixwazim behsa Rojava jî bikim elaqedarî meseleyê, pirr dûr nîne, hemû hêzên ji xwe razî yên desthilatdariyên li seranserê Kurdistanê yên li derveyî Tevgera Rizgariya gelê Kurd dema behsa stratejiya rêveberiyia Rojava dikir, henekê xwe pê dikirin, li þûna peyva xweseriyê digotin, ev xwelîserî ye; salek nekete navê, Yekîneyên Parastina Gel ên vê sîstemê bi hewara hezaran mirovên li Þengalê asêmayî ve çûn û nîþan dan ka xweserî ji bo civakên mirovan çiqasî girîng e.
Ewên ku henekê xwe bi Rojava dikirin, li gelek navçeyan xwe dan piþt "mêraniya" YPJ´ê û hîna nû karîbûn li bereyên þer li ber xwe bidin. Ji ber wê jî êdî ev sîstemên siyasî yên xwe îsbatkirî wê bibin beþek ji Kongreya Neteweyî. Helbet mirov bi eþkereyî dikare bibêje, tiþta sereke ku li ber vê kongreyê asteng e, têkiliya eþkere ne hevseng a di navbera PDK û dewleta Tirk, nexasim AKP´ê de ye. Sedema nehevsengiya vê têkiliyê jî ew e ku PDK vê têkiliyê ji bo xwe weke yeke stratejîk dibîne, lê belê ev têkilî ji bo Tirkiyeyê di ti warî de stratejîk nîne. Ha ji ber vê meseleyê divê PDK di nava bereya Kurdî de û nexasim Kongreya Neteweyî ya muhtemel de bibe cihekî xwedî bi rûmet û hew bihêle ku Tirkiye wê li dijî berjewendiyên gelê Kurd bi kar bîne. Mirov êdî dibêje, ji bo tu deriyekî vekî ma divê Emerîka zextê li te bike, "xwelîser"! Bes e, vê xweliyê ji ser xwe bide alî.
guldive@yahoo.fr
16.06.2016,Yenî Ozgur Polîtîka