Diyarname
Serokê YSK'ê Sadi Guven li ser Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê axivî û got: "Li gor pêşencaman, li gor xala 4'an a Zagona Hilbijartina Serokomariyê Birêz Recep Tayyip Erdogan ku piraniya dengan girtiye."
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Guven ku ev agahî da çapemeniyê, bi vegotineke din eşkere bû ku bêyî encama fermî bê eşkerekirin Erdogan êdî Serokomarê Tirkiyeyê ye.
Her wiha Guven got ku niha sedî 99 sindoq hatine vekirin û encam li pergalê hatiye barkirin.
Li gor encamên nefermî berendaman ev deng girtine:
Erdogan: Sedî 51.7
Îhsanoglu: 38.5
Demîrtaş: 9.8
**
Nûçeyên eleqedar ên li ser îro:
- Demirtaş: Bila kes netirse HDP li cem hemû bindestan e
- Li Bajarên kurdan Demirtaş çiqas deng girtine?
- Encamên pêşî ên hilbijartinê
- Dengdayîna ji bo Hilbijartina Serokomariyê dest pê kir


