MELETÎ
Parlementerê CHP'ê yê Meletî Velî Agbaba, diyar kir ku di sala 2011'an de 25 kes ji ber gule û mudaxeleya polîsan jiyana xwe ji dest dane. Agbaba têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2011'an de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber guleyên polîsan ên raste rast hatin berdan 19 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 9 kes jî bi aweyekî kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di sala 2011'an de di binçavan de kesek jî hatiye windakirin.
Parlementerê CHP'ê Akbaba bi daxuyaniya ku weşand karneya Tirkiyeyê ya salekê derket holê. Ji aliyê mafên mirovan, azadiya ramanê, wekheviya jin û mêran, girtin binçavkirinan ve karneya Tirkiyeyê qet ne baş e.
Li gor daxuyaniya Agbaba vaye karneya Tirkiyeyê
Di daxuyaniyê de hate gotin di sala 2011'an de di binçavan de kesek hate windakirin û binpêkirinên pêkhatin wiha rêz kirin:
"- Li girtîgehan 35 kes di binçavan de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
- Di mudaxeleya çalakiyan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 271 kes jî birîndar bûn.
- 2 hezar û 604 kes hatin binçavkirin û 418 kes hatin girtin.
Li girtîgehan 263 girtiyên nexweş hene, ji wan 135 kes li ber sînorê mirinê ne.
- Nêzî 500 xwendekar girtî ne.
- Girtina 8 wekîlan berdewam dike.
- Di nava 10 mehên sala 2011'an de 649 zarok hatin binçavkirin û jê 187 zarok hatin girtin.
- Herî kêm 815 zarok ji ber 'piştguhkirin’ jiyana xwe ji dest dan.
- 15 hezar û 506 malper hatin astengkirin.
- 7 kovar û rojname hatin girtin.
- Di nava sala 2011'an de rojê 3 jin hatin qetilkirin.
- Di 11 mehan de 506 kes ji ber qezayên li ser kar kar çêbûne jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 818 karker jî birîndar bûne."
Di daxuyaniyê de li gorî binpêkirina mafên mirovan rewşa welat jî wiha hate vegotin:
"- Di sala 2011'an de welatê me di nav 167 welatan de di rêza 88'an de cih girt. Di nava 23 welatên Ewropa de di rêza 23'yan de cih girt.
- Di 66 welatan de 35,117 girtiyên ji ber terorê hene, ji van li Tirkiyeyê 12,897 kes in. Yanê nêzî sisêyan yekê kesên ji ber terorê hatine girtin li Tirkiyeyê ne.
- Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di sala 2011/2012'an de di nav 179 welatan de di rêza 148'an de cih girt.
- Li gor dîroka 11'ê rêbendan 2012'yan li Tirkiyeyê bi giştî 99 rojnameger girtîne.
- Li DMME'ê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) herî zêde li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan pêktê.
- Di sala 2011'an de li gorî pêşketina mirovan di nav 187 welatan de Tirkiye di rêza 92'yan de cih girt.
- Li gorî wekheviya jin û mêran, di nav 135 welatan de Tirkiye di rêza 122'yan de cih girt.
- Li gorî rêjeya jin çiqas tevlî kar bibin, Tirkiye ji 135 welatan di rêza 126'an de cih girtiye.
- Li gorî aramiya civakê jî Tirkiye di nav 110 welatan di rêza 75'an de cih girt."
***
Nûçeyên eleqedar ên li ser 2011'an:
- 2011: Hejmara pirtûkên ku li Tirkiyeyê çap bûne
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand
- 2011: Nûçeya herî girîng a salê
- 2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye
- 2011: Lîstika bi kurdî ket nav lîsteya şanoyên herî serketî yên salê
- 2011: Di youtube de vîdyoyên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Herî zêde ev doz bûn nûçe
- 2011: Li Tirkiyeyê 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin