Diyarname
Kovara Time ku her sal "Şexsiyetê/a Salê" hildibijêre îsal jî lîsteya xwe amade kir û da ber dengdanê. Kovarê jinên îranî ku piştî kuştina Jîna Emînî rabûn ser piyan jî xistine nava lîsteyê.
Kovara Time, ji sala 1927'an ve vê anketê saz dike û "Şexsiyetê/a Salê" hildibijêre. Par Elon Musk wekî şexsiyetê sala 2021'ê hatibû hilbijartin. Îsal di nav lîsteyê de 60 kes hene. Yên bixwazin dê deng bidin û gotina herî dawî edîtorên Time'ê dibêjin.
Îsal di nav lîsteyê de gelek navên cur bi cur hene. Di beşa rêberan de kesên wekî Serokdewletê DYA'yê Joe Biden, Serokdewletê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin, ji Hindistanê parêzer Karuna Nundy, Serokdewletê Çînê Should Xi Jinping, Serokê ALmanyayê Olaf Sholz, Serokê Îngilistanê Rishi Sunak, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê berê yê DYA'yê Donald Trump, Serokê Hindistanê Narendra Modi jî hene.
Di beşên din de tenîskar Rafael Nadal û Roger Federer, tenîskar Serena Williams, hunermend Mary J. Blige, lîstikvan Sarah Jessica Parker, Simu Liu, lîstikvanê basketbolê Stephen Curry, stranbêj Taylor Swift, Beyonce, Adele, ji koman Blackpink, BTS, ji dinyaya kar xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg, CEO'yê Aplleyê Tim Cook, xwediyê Amazonê Jeff Bezos hene.


