Diyarname
Komîteya jiholêrakirina cudahiya nîjadan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku cudahiya di navbera nîjadan de ji holê rake, ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirinên zagonî pêk bîne.
Komîteyê bal kişand ser êrîş û tehdîtên ser romen û kurdan û eşkere kir ku zarokên komên etnîkî derfetan nabînin ku bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin.
Ji bo vê sedemê jî NY'yê ji Tirkiyeyê xwest ku derfetên hînbûna bi zimanê dayikê bê kêmasî were dabîn kirin.


