Diyarname
Li Cizîrê ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd ê rehmetî Orhan Dogan pêşbaziya helbest hate dest pê kirin.
Pêşbazî ji aliyê Rêxistina DTP'a Cizîrê û Navenda Çand û Hunera Mem û Zînê ya Cizîrê ve hate li dar xistin.
Di 27'ê vê mehê de li Parka Ataturk a Civzîrê ji bo bîranîn Orhan Dogan dê çalakiyeke bê li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de di beşa helbestên bi kurdî, tirkî de yên ku bi ser bikevin dê xelatên xwe bigirin.
Ji bo beşdariya çalakiyê Serokê Navçeya DTP'a Cizîrê Yakup Budak û endamên rêxistina navçeyê belavok belav kirin.