Diyarname
Hunermendekî fransiz 600 lître boya bikar anî û li çiyayekî Swîsreyê qûntara çiya boyax kir, tabloyek li ser çêkir.
Navê "Çîroka pêşerojê" li tabloyê kir û di tabloyê de keçikek pirtûkê dixwîne. Wêne bi temamî li ser 6 hezar metreqorzî hatiye çêkirin.
Hunermend Saype ku di sala 1989'an de hatiye dinê ji 14 saliya xwe ve tabloyan çêdike û yekem berhema xwe di 16 saliya xwe de çêkir. Ew bi felsefeyê re eleqedar e û di tabloyên xwe de balê dikişîne ser jiyan û zehmetiyên mirovan. Wî heta niha gelek tabloyên wisa çêkirine.


