logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Demîrtaş: Ne kurd, rojavayê Tirkiyeyê bêçare ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê de got ku Tirkiye gav bi gav ber bi bobe

  • Dîrok: 31/01/2016
  • Beş: Nûçe

ENQERE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê de got ku Tirkiye gav bi gav ber bi bobelatek ve diçe û ev yek lê zêde kir: "Kurd ne bêçare û perîşan in. Bila biborînin lê yê ku bêçaretiyê û bêhêvitiyê dijî rojavayê Tirkiyeyê ye. Divê em hemû bi hev re hêviya berxwedanê mezin bikin." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di axaftina xwe de diyar kir ku ewê ji bo avakirina rêveberiya cewherî têbikoşin. 

Endamên Meclisa Partiyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku di 2'emîn Kongreya Asayî de hatin hilbijartin, ligel Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag yekem car li Enqerê civiyan. 

Axaftina destpêkê ya civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag kir. Yuksekdag bal kişand ser şert û mercên giran ên siyasî û rola HDP'ê. Yuksekdag diyar kir ku ewê wekî HDP li hemberî hewldanên dîktatoriyê têkoşîna aştî û azadiyê bimeşînin û dê dîktatorî têk biçe. 

Yuksekdag got ku pêdiviya eniyeke hevpar a demokrasiyê heye û wiha axivî: "Emê bibin riya ku Tirkeye bigihe komara demokratîk. Ji bo vê jî divê siyaseta demokratîk bê sazûmankirin. Em dixwazin ku ev rejîma siyasî bi awayek demokratîk ji nû ve were ava kirin."

Yuksekdag diyar kir ku ewê li hemberî hêza dewletê, hêza yekgirtî ya gelan nîşan bidin û wiha dom kir: "Ji bo me parastina demokrasiya herêmî, rêveberiya cewherî erkê parastina bernameya demokrasiyê ye. Em ê xwe ji nû ve birêxistin bikin û di vê pêvajoyê de bimeşin."

Piştî Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got bi kongreyê re ji bo bo dema nû wan xwe amade kiriye. Demîrtaş, der barê nasnameya HDP'ê de jî nirxandin kir û got: "Li Tirkiyeyê ji bilî me partiya Tirkiyeyê tune ye."

Demîrtaş balê kişand ser êrîşên li ser HDP'ê jî û wiha axivî: "Ji ber ku me mudaxaleyek radîkal pêş xistiye ditirsin. Ji bo civakeke ku bikaribe xwe bi rê ve bibe ava em ketine ser rê, ji ber vê yekê em rastî êrîşan tên."

Demîrtaş ji bo siyaseta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dimeşîne jî rexneyên tund anîn ziman û  û got Erdogan ne li ser esasên qanîkirina demokratîk lê bi hêz, zext û gefan dixwaze pergala serokatiyê û zagoneke bingehîn li gor xwe bi dest bixe. Demîrtaş her wiha gotina Erdogan a "Kê daxwaza xweseriyê, xwerêvebirinê bike emê cîhanê bi serê wî de xira bikin" jî bibîrxist û got: "Ji bilî modela ku ew pêşniyar dike her tişt qedexe ye. Li Cizîr, Sûr û Nisêbînê cîhanê bi serê însanan de xira dike."

Demîrtaş balê kişand ser rewşa aloz û hişyar kir ku Tirkiye ber bi bobelateke mezin ve diçe û wiha berdewam kir: "Em gav bi gav ber bi bobelatê ve diçin. Tu dibê qey Serokomar ji bo şerê navxweyî leztir bike çi ji dest tê dike. Her roj zêdetîr pêl li gazê dike."

Hevserokê HDP'ê Demîrtaş der barê birîndar û cenazeyên li Cizîrê ku di qata jêrzemîn a avahiyekê de asê mane de jî axivî û got "Dibêjin qey ev serkeftineke mezin a leşkirî ye. Her êvar di televîzyonan de wiha vedibêjin."

Selahattin Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de der barê bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê de jî nirxandin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger dibêjin bila kurd li çareya serê xwe binêrin, encamên cuda ji wir dertên. Ne ku kurd bêçare û perîşan in. Bila biborînin lê yên ku bêçaretiyê û bêhêvitiyê dijî rojavayê Tirkiyeyê ye. Divê em hemû bi hev re hêviya berxwedanê mezin bikin."

Piştî axaftinên hevserokan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Namzetiya Ferhad Pîrbalî ya ji bo serokatiyê çima nehat qebûlkirin?

ad

Kavala wekî berendamê Xelata Vaclav Havel nîşan dan

ad

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

ad

Malpera piştgiriya demokratikaçilim vebû

ad

Mazlum Abdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara tên ba hev

ad

Bi wêneyan xweşikirina dibistanên Qamişlo

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname