Diyarname
Di maça Amed Spor û Başakşehîrê ya Kûpaya Ziraatê de ji ber diruşman cezaya pereyan li Amed sporê hate birîn.
Amed Sporê roja 23'yê vê mehê li mala xwe ligel tîma Stenbolê Başakşehîrê lîst. Di maçê de alîgerên Amedsporê diruşmên wekî "Emê ber xwe bidin û bi ser bikevin", "Em hakemê faşîst naxwazin", "Bijî berxwedana Sûrê-Cizîrê" û diruşma "Berxwe bide teslîm nebe Amed" bilind kirin. Ji ber van diruşman Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) ya Tirkiyeyê ceza li klûbê barî. Di civîna PFDK'ê ya îro de ji ber bûyeran 10 hezar TL, ji ber diruşman ku PFDK'ê ev yek wekî "propagandaya îdeolojîk" bi nav kiriye 20 hezar TL ceza li Amed sporê birî.
Her wiha di heman demê de hişyarî dan klûbê ku careke din temaşevan wisa bikin dê cezaya girtina sehayê bê dayîn.